Li Almanyayê dê koalîsyoneke çawa bê avakirin?
Diyarname
Encamên fermî yên hilbijartina li Almanyayê hatin eþkere kirin. Partiya niha desthilatdar CDU/CSU bi dengên 24,1 daket rêza diduyan. Partiya sosyal demokratan SPD bi dengên 25,7 bû yekemîn. Tevgera Keskan di 14,8 de ma. Niha dê nîqaþên ji bo avakirina koalîsyonê dest pê bikin.
Encamên fermî yên pêþîn bi vî rengî ne:
- SPD: Sedî 25,7
- CDU/CSU: Sedî 24,1
- Tevgera Keskan: Sedî 14,8
- FDP: Sedî 11,5
- Afd: Sedî 10,3
- DeLinke: Sedî 4,9
- SSW: Sedî0,1
- Ên din: Sedî 8,6
Li gor vê dîsa li gor encamên fermî yên pêþîn li meclisê kursî bi vî rengî çêbûn:
- SPD: 206 kursî
- CDU/CSU: 196 kursî
- Tevgera Keskan: 118 kursî
- FDP: 92 kursî
- Afd: 83 kursî
- DeLinke: 39
- SSW: Sedî0,1
DÊ KOALÎSYONEKE ÇAWA ÇÊBIBI?
Hikumetê dê SPD (Partiya Sosyal Demokrat) ava bike ji ber ku yekemîn derket. Mebûsên wê têre hikumetê nakin, loma mecbûr e koalîsyonê çêbike. Tê gotin ku SPD ligel FDP (Partiya Demokratên Hur) û Tevgera Keskan dê hikumetê çêbike.
Serokê FDP'ê Cristian Lindner gotiye ji bo koalîsyoneke wisa dê "pêþnirxandin"eke bikin ka dikarin bingeha ku li ser li hev bikin heye yan na. Lindner gotiye ku di navbera wan û Keskan de cudahiyeke mezin heye loma pêþî ew dê bi hev re biaxivin dê baþtir be.
Niha alternatîfa pêþî ya ji bo koalîsyonê ev dixuye. Nebe encax partiya yekemîn (SPD) û duyemîn (CDU/CSU) koalîsyoneke mezin çêbikin lê ev hinek din zehmet dixuye.