Demîrtaþ: Bifikirin ku zimanê we yê zikmakî bi zarokên we dane jibîrkirin
Diyarname
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaþ îro ji ser hesabê xwe yê twittirê re seta pirtûkên zarokan ku ji aliyê Weþanên Aramê ve hatiye derxistin pêþniyar kir. Di heman demê de careke din got ku kî derfetên wan tune be ez ji bo wan pirtûkan biþînim.
Demîrtaþî di 5 twîtên ku îro belav kirin de wisa got:
1- Merheba, Weþanên Aramê Pollyanna, Robin Hood û Pinokyo wergerandine kurdî û weþandine. Ji bo min þandin, bila sax bin.
2- Ger derfetên we yên kirîna pirtûkan tunebe xwe bigihînin min. Ligel vê seda ji 10 pirtûkan pêk tê ez dikarim ferheng û gramerê jî biþînim.
3- Binêrin, êdî hejmara zarokên kurd ên ku bikaribin ev pirtûkên zarokan ên bi kurdî, ku ez pêþniyar dikim bixwînin û fêm bikin gelek kêm e. Yên ku dibêjin "Asîmîlasyon bi dawî bû", yên dibêjin "Pirsgirêka kurd çareser bû" derewan dikin. Ji kerema xwe re hinek empatî bikin, bifikirin ku zimanê we yê zikmakî bi zarokên we dane jibîrkirin.
4- Mixabin îro bi mîlyonan zarokên kurd bi zimanê xwe nikarin bixwînin û binivîsin. Belê, divê em bi hev re bijîn. Belê, divê em wekhev bin. Belê, Tirkiye û Komar ê me hemûyan e. Wê çaxê çi zirarê wê heye ku zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin?
5- Her wiha ji bo mirov bi kurdî bixwîne û binivîse ne hewce ye îleh kurd be. Eynî wekî çawa mirov ne îngilîz be û hînê îngilîzî bibe. Ji ber vê yekê ger ji birayên min ên tirk jî vê seta bi kurdî bixwazin hebin bi kêfxweþî ezê ji bo wan jî biþînim.