Ji roja pêþî heta roja 200'î
Diyarname
Ev 200 roj in Nobeta Edelatê didode. Ji roja pêþî heta îro çi qewimî? Va ne gav bi gav heta îro:
- 14.06.2018: Berendamê mebûsiyê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ligel kesên cem çû dikanên esnafên ku piþtgirî didin HDP'ê. Esnafan bertek nîþan3 iwan dan. Nîqaþ çêbû û AKP'yiyan gule bera esnafan da. Li cihê bûyerê Celal Þanyaþar tê kuþtin. Birayê wî Adil Þenyaþar radikirn nexweþxaneyê û li wir dimire. Bavê wan Haci Esvet Þenyaþar li nexweþxaneyê bi lînckirinê tê kuþtin. Li nexweþxaneyê bi tûpa oksîjenê li Mehmet Þenyaþar dixin, ew jî li wir tê kuþtin.
- Heman rojê 4 endamên malbata Þenyaþar ku piþtgirî didan HDP'ê tên kuþtin. Di dema pevçûnê de birê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Mehmet Alî Yildiz birîndar dibe û li nexweþxaneyê dimire.
- Ev 3 sal in lêpirsîneke cidî nehatiye çêkirin. 3 sal in dadgeh dosyayê ji parêzer û malparê vediþêre.
- Ligel ku lêkolîneke baþ nehatiye kirin, ligel ku berpirs hemû derketine holê jî dadgehê roja 2'yê avrêla 2021'ê de biryar da. Fadil Þenyaþarê girtî ligel ku ji malbata wan 4 kes mirin jî bi 37 sal cezayê hepsê hat cezakirin. Ji aliyê din birê mebûsê AKP'ê Enver Yildiz bi 18 salan hat cezakirin.
- Li ser bêedaletiyê Emine Þeryaþar ligel kurê xwe Ferit Þenyaþar (Ew jî di bûyerê de birîndar bûbû) roja 9'ê adana 2021'ê li ser Edliyeya Rihayê "Nobeta Edelatê" da dest pê kirin.
- Di dema vê Nobeta Edelatê de her du Þenyaþarî gelek caran hatin binçavkirin. Cara pêþî hê di hefteya yekemîn de, roja 16'ê adarê hatin binçavkirin ku sedem jî "heqareta li rayedaran". Di roja 17'an a Nobeda Edaletê de bi sedema "muxalefeta li zagona meþ û çalakiyan a bi hejmara 2911'an" hatin binçavkirin û heman rojê hatin berdan. Dûre 31'ê adarê, 2'yê avrêlê, 14'ê tîrmehê hatin binçavkirin.
- 12'yê gelawêjê ji ber pankarta ku li bariyeran daliqandiye cezayê pereyan li Ferit Þenyaþar birîn.
- Ligel berpirsiyariya komkujiyê jî bi îdîaya heqaret li mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye derbarê Emine Þenyaþar de doz lêpirsîn hat vekirin. Dadgeh dixwaze 4 sal cezayê bide Emine Þenyaþar.
- Heta niha Hevserokên DBP'ê Bedran Ozturk û Saliha Aydeniz, Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan jî di nav de gelek siyasetmedar, parêzer, endamên saziyên sivîl çûn serdana nobeta wan.
- Îro roja 200'emîn a Nobeta Edelatê bû. Ji bo vê yekê Serokên Baroyên Amed û Rihayê jî di nav de 200 parêzer çûn cihê Nobeta Edelatê û nobet girtin; dengê daxwaza edaletê bilindtir kirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 200 parêzer li Nobeta Edaletê ya Þenyaþarê ne