Derhênerê xwediyê Xelata Goya mir
Diyarname
Derhênerê spanyolî Mario Camus ku di nav sînemaya Spanyayê de xwedî ciheke taybet bû di 86 saliya xwe de mir.
Derhêner Mario Camus di sala 1983'yan de di Festîvala Fîlman a Berlînê de bi fîlmê xwe "La Colmena" (Kuvarka Mêþan) Xelata Hirça Zêrîn girtibû. Wî bi vî fîlmê xwe li ser serdema piþtî Þerê Navxweyî ya Spanyayê sekinîbû.
Akademiya Zanist û Hunerê ya Sînemayê ya Spanyayê ragihand ku ew 20'ê mehê li bajarê Santanderê miriye.
Piþtî vê xelatê rê li ber vebûbû û di festîvalan de gelek xelatên din girtibûn. Di sala 1984'an de bi fîlmê xwe 'Los Santos Inocentes' li Festîvala Cannesê xelata taybet a juriyê, di sala 2011'an de li Spanyayê Xelata Goya ku ev xelat di asat Oscarê de ye girtibû.