200 parêzer li Nobeta Edaletê ya Þenyaþarê ne
Diyarname
Dayika Emine Þenyaþar ev 200 roj in di Nobeta Edelatê de ne û îro ji bo 200'emîn rocî 200 parezêr li ber Edliyeya Rihayê ketin nobetê.
Li Sirûca Rihayê di 14'ê pûþpera 2018'an de parêzvan û xizmên mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz gule bera malbata Þenyaþar dan û di bûyerê de mêrê Emine Þenyaþar û du kurên wê hatin kuþtin. Emine Þenyaþar ji bo qatil bêne dîtin û darizandin ev 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê ligel kurê xwe Ferit Þenyaþar (Ew jî di bûyerê de birîndar bûbû) "Nobeta Edelatê" digirin.
Nobeta Edaletê 9'ê adara 2021'ê dest pê kir û îro 200'emîn roj e. Ji bo 200'emîn rojî 200 parêzer çûn ber Edliyeya Rihayê û ji bo piþtgiriya Þeryaþarê ketin nobetê.
Parêzeran li vê derê daxuyanî dan û wisa gotin: "Bi ser bûyerê re ligel ku 3 sal derbas bûn0e jî hê lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, kiryar derneketina holê, bi ser de jî astengî danine ser dosyayê. 3 sal in dosya wisa ye. Malbata ku ji saziya edlî hêviya xwe biriye ji 9'ê adara 2021'ê ve di Nobeta Edelatê de ye. Þahidê herî nêz ê bêhiqûqiya ku malbat rû bi rû bûye komeleya me OHD (Komeleya Hiqûqnasên AZadîxwaz) ye."
Ev çalakî bi banga Þaxa Rihayê ya OHD'ê çêbû. Di nav 200 parêzerî de Serokê Baroya Amedê Nihat Eren, endamên OHD'ê û gelek parêzerên ji baroyên din hene.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji roja pêþî heta roja 200'î