Juriyên Pêþbaziya Neteweyî û Navneteweyî yên Porteqala Zêrîn diyar bûn
Diyarname
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku ji aliyê Þaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ve tê lidarxistin dê 2'yê meha pêþiya me deriyên xwe vebike.
Di festîvalê de di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Lîstikvanê û Lîstikvana Herî Serketî de dê xelat bêne belavkirin. Niha serokên juriyên Pêþbaziya Neteweyî û Pêþbaziya Navneteweyî diyar bûn.
JURIYA PÊÞBAZIYA NETEWEYÎ
Di Pêþbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî de dê derhêner Emin Alper serokatiya juriyê bike. Derhênerê dîmenê Ahmet Sesigurgil, nivîskar û senarîst Ayfer Tunç, stranbêj, bestekar û produktor Gaye Su Akyol, lîstikvan Hazal Kaya, derhênerê þanoyê, perwerdekar û lîstikvan Muhammet Uzuner û sazkar, derhêner û senarist Senem Tuzen jî endamên juriyê ne.
JURIYA NAVNETEWEYÎ
Di beþa Pêþbaziya Navneteweyî de ji Polonyayê derhêner Dorota Kdzierzawska dê serokatiya juriyê bike. KdzierzawskaLi Zanîngeha Lodz, Zanîngeha Sînematografî ya Dewleta Rusyayê û li Dibistana Fîlman a Polonyayê perwerdehiya xwe temam kiriye; dûre gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm kiþandine ku wan xelat girtiye.Yekem fîlmê xwe di sala 1991'ê de bi navê "Devils" û 1994'an de bi navê "Crows" kiþand û bi van li Festîvala Cannesê xelat girtin. Endamên din ji Filistîn-Îsraîlê Ali Suliman, ji Swêdê Eva af Geijerstam, ji Fransayê Guillaume de Seille û ji Bulgaristanê Margita Gosheva ye.
Ji Almanya, DYA, Belçîka, Qraliyeta Yekbûyî, Brezîlya, Bulgaristan, Çekya, Finlandiya, Fransa, Gurcistan, Spanya, Swîsre, Îtalya, Kosta Rîka, Meksîka, Monako û Rusyayê 10 fîlm hene ku ji van derhênerên 5 heban jin in.
Festîvala Porteqala Zêrîn 9'ê mehê bi belavkirina xelatan dê bi dawî bibe.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Porteqala Zêrîne hîvey fîlman a