Festîvala Gûzika Zêrîn dest pê kir
Diyarname
28'emîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê dest pê kir. Festîval heta 19'ê mehê dê bidome.
Di festîvalê de Xelata Kedê ya Orhan Kemal ji ber keda wan a bo sînemayê didin Sevin Okyay û Ertunç Þenkay. Di festîvalê de bi navê "Ji Çûkûrovayê Heta Perdeyê Sipî Afîþên Fîlman" pêþangehek ku Serdar Kurbabaoglui amade kiribû vebû. Pêþangeh li Salona Þanoyê ya Þaredariya Bajarê Mezin e.
'DI SÎNEMAYÊ DE YAÞAR KEMAL'
Festîval ligel Weqfa Yaþar Kemal çalakiyên "Pencereya Ji Çûkûrovayê Ber Bi Dinyayê Ve Vedibe" li da dixe, îsal di bin navê "Ligel Yaþar Kemal li Çûkûrovayê ji duh heta pêþerojê" hin çalakiyan li dar dixe. 14'ê mehê li Salona Þanoyê ya Þaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi sernavê "Di sînemayê de Yaþar Kemal" gotûbêjeke li dar bikeve. Di bin moderatoriya Mazlum Vesek de dê çalakî bi belgefîlmê "Yaþar Kemal" ku Nebil Ozgenturk amade kiriye dest pê bike. Dûre dê Lale Mansur, Doç. Dr. Aydin Çam, Prof. Dr. Cihan Erdonmez û Nebil Ozgenturk wekî axifger cih bigirin. Her wiha Turkan Þoray, Zulfu Livaneli, Arif Keskiner, Selim Ýleri jî wê online beþdarî gotûbêjê bibin.
FÎLMÊN PÊÞBAZIYÊ
Di festîvalê de 10 fîlmên ji Tirkiyeyê dê ji bo Gûzika Zêrîn bikevin pêþbaziyê. Fîlmê Mehmet Alî Konar "Govenda Alî û Dayika Zîn", ê Nisan Dag “Bir Nefes Daha”, ê Bariþ Sarhanî “Cemil Þov”, ê Hakki Kurtuluþ û Melik Saraçoglu “Dermansiz”, ê Erdal Rahmi Hana “Fuad”, ê Sinan Sertel “Îçîmdekî Kahraman”, ê Erkan Tahhuþoglu “Koridor”, ê Muhammet Çakiralî “Lacivert Gece”, ê Tufan Taþtan “Sen Ben Lenin” û ê Ahmet Necdet Çupur “Yaramaz Çocuklar” di vê beþê de dê bi hev re bikevin qayiþkêþanê.
Seroka juriyê Tilbe Saran e. Lîstikvan Guven Kiraç, muzîkar Feridun Duzagaç, derhêner Kivanç Sezer, derhênera dîmenê Meryem Yavuz, nivîskar Seray Þahiner û rexnegirê sînemayê Þenay Aydemir endamên juriyê ne.
Di festîvalê de pêþbaziya belgefîlman û kurtefîlman jî heye. Her wiha dê belgefîlmê "Genco" ku li ser lîstikvan Gerco Erkal hatiye kiþandin jî bê nîþandayîn.
***
Nûçeya Eleqedar:
- ‘Govenda Ali û Dayika Zîn' û 9 fîlmê bînî Edene de yê