Welatên herî baþ serdema pandemî bi rê ve birine eþkere bûn
Diyarname
Kompaniya lêkolînê Ipsos her sal "Îndeksa Markeyên Neteweyî" (Nation Brands Index - NBI) eþkere dike. Di lêkolîna îsal de vîrusa koronayê derketiye pêþ. Kompaniyê welatên ku herî baþ ev pêvajo bi rê ve birine rêz kirine. Di rêza yekemîn ed Almanya cih girtiye, dûre Kanada tê û piþtî wê jî Swîsre.
Ji bo vê yekê li dinyayê bi 60 hezarî zêdetirî kesî re hevdîtin hatiye kirin. Di nav 60 welatên li rewþa wan hatiye mêzekirin de Hindistan, Nîjerya û Kenya di rêzên dawî de cih girtine.
Di lêkolînê de li ser qeyranên tenduristî, jiyana mirovan û rewþa hawirê sekinîne.
Di nav 10 welatên ku herî baþ rewþa pandemiyê bi rê ve birine de bi rêzê ev hene: Almanya, Kanada, Swîsre, Zelandaya nû, Avustralya, Norcec, Swêd, Fînlandiya, Îzlanda û Hollanda.
Di nav 10 welatên rewþ xirab bi rê ve birine de jî van welatan cih girtiye: Hindistan, Nîjerya, Kenya, Brezîlya, Filistîn, Kolombiya, Botswana, Tanzanya, Afrîkaya Baþûr û Ekvador.