Fermana betalkirina 658 nûçeyan hat dayîn
Diyarname
Medya Araþtirmalari Dernegi (Medar-Der / Komeleya LêkolÎnên Çapemepiyê) li ser "Zagona Tovar Civakî" lêkolînek kir. Bi vê derket holê ku di 6 mehan de dewletê ji saziyên çapemeniyê xwestiye 658 nûçe ji malperên xwe rakin.
"Zagona Tora Civakî" par di meha tîrmehê de hat derxistin û di 1'ê kewçêrê de ket faliyetê. Ji wê demê de saziyên dewletê ji saziyên çapemeniyê dixwaze nûçeyan ji malperên xwe rakin.
Li ser vê yekê Medar-Derê lêkolîneke kir. Di lêkolînê de bi sedan nûçe hatin lêkolandin. Armanc ji lêkolînê ew bû ku vê zagonê tesîreke çawa li azadiya çapemeniyê kiriye. Ligel 35 saziyên çapemeniyê (rojnameyên çapkirî, malper) hevkarî hatiye kirin. Derket holê ku piþtî ew zagon hat derxistin di 6 mehan de 658 nûçe ji malperan hatine rakirin.
Di vê demê de herî zêde dewletê ji rojnameya Cumhuriyetê xwestiye nûçeyan ji malperê rake: 80 nûçe. Dûre Birgun bi 68 nûçeyan tê û ji ODA TV jî xwestine 52 nûçeyên xwe ji malperê rakirn.