Nivîskarekî misrî pêþniyara avakirina peymangeheke erebî-kurdî kir
Nivîskar û rojnamegerê ji Misirê Mihemed Þeîr bi sernavê “Kurd… gelê herî zêde li ser rûyê erdê êþ kiþandiye” di rojnameya El-Ehram a Misrê de nivîsek belav kir û tê de bal kiþand ser têkiliyên kurd û ereban.
Þeîr di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Li vê herêma me, di dîrokê de behsa 3 neteweyên mezin tê kirin; Ereb, faris û tirk. Lê belê neteweyeke din a girîng ku xwedî dîrok û þaristanî ye, ji bîr dikin. Ew berê xwedî dewlet û împaratorî bûn, lê belê jiyan li wan zivirî û êdî tenê banga mafên jiyana azad û aþtiyane dikin… Em behsa kurdan dikin.
Gelek ji wan têgeha “ekrad” ku ew jî pirjimariya “Kurd” e, red dikin, ji ber ku wê têgehê wekî biçûkxistina xwe dibînin. Heman ferq ji bo “Ereb” û “Erab” derbasdar e. Lê belê rastiya ku îro tê de dijîn, asta qirêjiya lîstikên siyasetê û þerê li diîj wan nîþan dide. Bi wê siyasetê û wî þerî ew kirin çar parçe (Iraq, Sûriye, Îran, Tirkiye), çar welatên ku her sê neteweyên mezin ên me bi bîr xistine, wan kontrol dikin."
Nivîskar Mihemed Þeîr îþaretê bi pirtûka nivîskar û rojnameger Fethî Mehmûd ya bi navê “Têkiliyên Kurd û Ereban” dike ku vê dawiyê derketiye. Di wê pirtûkê de detayên doza kurdî, dîroka kurdan, rewþa wan a niha, þer û têkiliyên wan û rêbazên gengaz ji bo çareserkirina pirsgirêka wan dike û vê pirsê dike; pirsa girîng ku divê ereb destpêkê bersiva wê bizanin ev e; Kurd kî ne?
Fethî Mehmûd ji bo avakirina diyalogeke mayînde di navbera her du aliyan de, pêþniyar dike ku peymangeheke erebî-kurdî bê avakirin, tê de tevgera peywendî, geþtiyarî û wergerê di navbera her du neteweyan de bê aktîfkirin da ku nêrînên wan li ser çandên hev çêbin. Her wiha armanc ew e ku agahiyên biguman bên sererastkirin û nêrîn nêzî hev bên kirin.
Fethî Mehmûd bang li Yekîtiya Ereban dike ku di wê derbarê de rolê bilîze û dibêje ev pêþniyar girîng e da ku rewþa heyî bê guhertin.
*Têbiniya Diyarnameyê: Rojnameya El-Ehram yek ji rojnameyên mezin ê Misrê ye. Wergera vê nivîsê ajansa HAWAR'ê kiriye, me ji wir girt.