Lîga me eleqedar dike îro dest pê dike
Diyarname
Di vê lîgê de tîmên bajarên kurdan hene: Amed Spor, Diyarbekir Spor, Van BLD, Adiyaman, Þanliurfa, 24 Erzîncan...
Em qala Lîga 2'yan a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) dikin. Li Tirkiyeyê piþtî Super Lîg, Lîga 1'yem, ev Lîga 2'yemîn di rêza sêyemîn de lîga mezin e. Di vê lîgê de Koma Sor û Koma Spî du kom hene. Maçên vê lîgê îro saet 15.30 de dest pê dikin.
Amed, Erzîncan, Þanliurfa di Koma Spî de, Adiyaman, Diyarbekir, Van BB di Koma Sor de ne.
Di maçên yekemîn ên Koma Spî de Amed Spor li Amedê Uþak Sporê dike mêvan. Þanliurfa jî dê bi Ankara Demirsporê re bilîze. Di maçên Koma Sor de Van BB tîma Adiyaman 1954 Sporê dike mêvan. Diyarbekir Spor jî diçe Çorumê.
Lîga 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn de jî tîmên kurdan hene. Di vê lîgê de 3 kom hene. Maçên vê lîgê 4'ê mehê dest pê kirin. Di Koma 1'emîn de ji tîmên bajarên kurdan Batman Petrol Spor li mala xwe ligel Bursa Yildirim Sporê 1-1 ma. Di Koma 2'yemîn de Harput Dibek Elazig Karaçokan Spor li Hacettepeya Enqereyê bû mêvan û maç bi 0-0'ê bi dawî bû. 76 Igdir Belediye Spor jî li deplasmanê Baþkent Universitesi Alanya Kestel Spor bi 2-0 têk bir. Di heman domê de îro Malatya Yeþilyurt Belediye dê here Duzceyê.
Di koma 3'yemîn de 4'ê mehê Mardin 1969 Sporê li mala xwe Modafen kir mêvan û maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Îro Agri 1970 deê here Îçel Îdmanyurdu Sporê.