Li Baþûr hungiv sedî 80 kêm bûye
Huner Faris / Silêmanî / Rojnews
Îsal ji ber hiþkesalî û qirêjbûna xwezayê, berhemê hungiv gelek kêm kiriye. Tê gotin ku li parêzgeha Silêmaniyê îsal ji sedî 80’yê berhemê hungiv kêm bûye.
Xweza û av hewaya Herêma Kurdistanê ji bo xwedîkirina mêþên hingîv destdaye, hungiv dikare bibe çavkaniyek girîng a dahatê. Lê Hikûmeta Herêmê nekariye bi qasî pêwîst alîkariya kesên mêþan xwedî dikin bike.
Li gorî rapora Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Xezayî ya Hikûmeta Herêmê ku di sala 2020’an de belav kir, zêdetirî 11 hezar kesên meþên hungiv xwedî dikin, li Baþûrê Kurdistanê hene. Li gorî raporê, salane zêdetirî 750 ton hungivê ji curê herî baþ bi dest dixin. Lê îsal ev rêjeya berhemanîna hungiv li gorî salên din kêm kiriye.
HUNGIVÊ HACÎ OMRAN, QENDÎL Û ÞARBAJÊR
Îbrahîm Mecîd 30 sal in bi karê mêþvaniyê ve mijûl e. Îbrahîm sedema kêmkirin û zêdebûna berhemê hungiv bi guhertinên xwezayî ve girê da. Îbrahîm da zanîn cihên ku xwezaya wê paqij e û ji qerebalixiya bajar dûr e, hungivê wan deran gelek baþ e.
Her wiha got, “Salên borî rêjeya berhemanîna hungiv li deverên deþt zêdetir bû ji herêmên çiyayî. Lê îsal hungivê çiyê zêdetir e. Ji bo mînak îsal hungivê çiyayên Hacî Omran û Qendîlê baþtir e ji yê par. Lê îsal hungivê navçeya Þarbajêr ne wekî par baþ e.”
ÞEWATA DARAN Û HUNGIV
Îbrahîm Mecîd destnîþankir þewitandin û birîna daristanên Baþûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ziyanek mezin bi kerta mêþvaniyê gihandiye. Îbrahîm daxwaz ji mêþvanan kir daran û þînkatiyê bi çînin ji ber ku xwezaya têr þînkatî dibe sedem berhemê hingiv zêde bibe.
JI 500 TONÎ DAKETINA 150 TONÎ
Li gorî amarên Navenda Mêþvanên Silêmaniyê, li sinorê parêzgeha Silêmaniyê nêzî 125 hezar sindoqên mêþan hene û hejmara kesên mêþan xwedî dikin nêzê 3 hezar kes e. Salane tenê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê zêdetirî 500 ton hungiv berhemtînin. Lê li gorî pêþbîniyên Navenda Mêþvanên Silêmaniyê, wê îsal nêzî 150 ton hungiv bikarin bidest bixin.
Berpirsê Navenda Mêþvanên Silêmaniyê Dilþad Mihemed ji bo Ronews got, “Rêjeya berhemanîna hingiv li gorî salên borî îsal nêzî ji sedî 80 kêm kiriye û tê pêþbînî kirin îsal li sinorê parêzgeha Silêmanî 150 ton hingiv were bi destxistin.”
Têkildarî sedemê kêmbûna hingiv jî Dilþad got, “Nebûna barana pêwîst di demsala biharê de bûye sedem þiliya di erdê de kêmbe. Kêmbûna þiliyê jî rêjeya þiliya di gulan de kêmkiriye û ew jî bûye sedem berhemê hingiv îsal kêm bibe.”