Qedrî Can di Dilopê de ye
Diyarname
Kovara çand, huner û polîtîkayê Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêþberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya 21'ê, meha gelawêj û rezberê de li ser Qedrî Can dosya amade kiriye.
Dilopê dosyaya li ser Qedrî Can wisa daye nasîn; "Qedrî Canê komunîst û welatperwer jî di temamê heyata xwe de rewþenbîrekî gelê xwe ye ku bi vê ezmûnê hatiye ceribandin. Bi heyata xwe ya ku di 1911an de li Dêrîkê dest pê kiriye û di havîna 1972an de li Þamê, li miþextiyê bi dawî bûye, bûye yek ji nûnerên zeraqdar ên mirovahiya bipêþketî. Him bênasnamebûnê ji xwe re kiriye derd, him jî enternasyonalîzmeke bêçîn û bêyî kedxwariyê weke doz neqandiye; bi helbest, çîrok, werger û nivîsên xwe bûye nemir."
Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Îsmaîl Dîndar û Enwer Karahan bi nivîsên xwe ked dane dosyayê. Her wiha Reþo Ronahî ligel Prof. Merîwan Umer Dewlet li ser Qedrî Can hevpeyvînek kiriye. Dewlet dibêje, "Qedrî Can stêrkeke torevaniya modern e."
Prof. Merîwan Umer Dewlet dibêje. "Divê bê zanîn ku malbata Bedirxanan çi kiribe ji bo kurd û kurdayetiyê, Qedrî Can jî wê kiriye, ji wan kêmtir nekiriye. Heta mala Barzanî jî bixwe deyndarên Qedrî Can in." Li ser çimaya vê yekê jî van lê zêde dike: "Ji ber ku helbestên xwe yên herî ciwan ên modern pêþkêþî
Mele Mistefa kiriye. Barzanî kiriye qehremanek bi helbesta xwe ya Serdarê Kurd Barzanî. Bi qewla Dr. Îzeddîn ve jî –ku ew aþiqê vê helbestê bû- heya wê demê helbesteke wiha bi muzîk nehatibû nivîsandin. Forma vê helbestê jî formeke pirr nû ye, pirr modern e. Loma dubare dibêjim malbata Barzanî deyndarê Qedrî Can in. Heta niha ji bo wî tiþtek nekirine. Lazim e wefayek nîþan bidin ji bo dilsozî û xebatên wî."
Ji nivîsên din, Mesut Alp bi sernavê "Hahooo, qiloçên Îskender hene!" nivîsîke gelek balkêþ nivîsiye. Îbrahîm Karaca jî bi navê "Bizim Gasparyan" (Gasparyanê Me) li ser hunermendê ku demek berê mir nivîsa xwe pêþkêþ kiriye.
Îbrahîm Karaca, Cuma Pîa, Recep Maraþli, Bernas Qerejdaxî, Mehmet Bayrak, Ercument Akdeniz, Ali Yavuz, Veysi Ulgun, Dr. Omer Uluçay, Can Deniz Eraldemir, Mela Mihyedîn, Kemal Înal, Meftun Atakan, Namik Kuyumcu bi nivîsên xwe, Mem Al û Welat Esen jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.
Ji bo tekilî û xwestinê:
Telefon: 0543 488 69 96
E-mail: dilopdergisi@gmail.com
Malper: kovaradilop.net