Çapa nû ya 'Stêrkên Edebiyata Kurdî'
Diyarname
Piþtî 7 salan çapa nû ya berfirehkirî ya "Stêrkên Edibiyata Kurdî" hat weþandin. Pirtûka ku ji aliyê Necat Zivingî ve hatiye nivîsîn ji aliyê Weþanxaneya Dara ve hat çapkirin.
Parêzer û nivîskar Necat Zivingî li Zivinga Hebizbiniyan hatiye dinê, heta zanîngehê li Batmanê xwendiye û di sala 2007'an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kocaelî xwendiye û bûye parêzer. Li Amed û Stenbolê parêzerî kiriye ku niha jî vî karê xwe didomîne. Zivingî ku heta niha ligel vê pênc pirtûk derxistine.
Ev pirtûka niha li ber dest navê antolojî lê kirine û 7 sal berê hatibû çapkirin. Di sala 2014'an de ji bo komek xwendevanên sînordar, li gor têgihîþtin û pêwîstiya wan ev pirtûk hatiya çapkirin, li gor gotina nivîskar ji ber eleqeyê û pêwîstiyê pirtûk berfireh kiriye û niha bi çapa xwe ya berfireh, çapa diduyan li ber destên xwendevanan e.
Çapa nû bihara îsal ji Weþanxaneya Dara derket.
Di pirtûkê de mînakên ji çar parçeyan, ji zaravayên cuda li ser wêjekarên kurd hatiye amadekirin. Ji nifþa klasîk heta dawiya sedsala 20'an 33 nûnerên edebiyata kurdî hatine hilbijartin, ligel kurtejiyana wan çend helbestên wan jî di pirtûkê de hatine bi cih kirin.
Pirtûk bi Baba Tahirê Uryan dest pê kiriye û bi Cegerxwîn bi dawî bûye.
Pirtûkên Zivingî yên ku heta niha derketine ev in:
- Zembîlfiroþ (Lêkolîn), 2012
- Stêrkên Edebiyata Kurdî (Antolojî), 2014, 2021
- Zana û Rewþenbîr Evdirehîm Rehmî Hekarî (Biyografî), 2015
- Akil ve Aydinlanma Said Nursi (Biyografi), 2020
- Sews (Helbest), 2020
- Stêrkên Edebiyata Kurdî / Necat Zivingî / Antolojî / Weþanên Dara / 2021 / 309 rûpel