Em guhê xwe bidin çîroka karxezalekî 57 salî: Karmamiz
Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL
Rêyek. Sê rêwî. Sê rêwiyên vê rêyê. Wirya, Hawar û Muhsîn. Yek lehengê rê û romanê, yek nivîskar û þirîkê êþa lehengê romanê, yek jî li ser rê û þopa her duyan û vegotanê çîroka her du lehengan. Pireya di navbera her du zaravayên bira û pismaman...
Belê gelek berhem hene, bi qasî naveroka xwe xwediyê serpêhatiyeke balkêþ in jî. Wekî vê romana Elî Hesenyanî ango Hawar. Em dikarin bi rihetî bêjin çîroka nivîsa vê romanê jî xwediyê çîroka naveroka romanê ye.
Bêguman çîroka heyata Hesenyanî jî bi qasî her du çîrokên din balkêþ û bi ketin û rabûnê domiye û dawî bûye. Çîroka wî emrê li Pamnara taxa Tehranê dest pê dike û Kopenhaga Danîmarkayê diqede...
Me jî ev hersê çîrok ji wergerê romanê yê kurmancî werger û nivîskar Muhsîn Ozdemîr û Dr. Zagros Hesenyanî yanî lawê Hesenyanî pirsîn. Ka çi ye çîroka “Karmamiz” ango Karxezalê. Çima ev pirtûk 57 salî ye…
***
Wexta em bêjin Muhsin Ozdemir kî ye, em ê bersiveke çawa bibihîzin?
M. OZDEMIR: Wekî di nasnemeya min de jî diyar e, ji gundê Zivinga Þikakan ya bi ser Findika Botanê ve hatime dinyayê. Li gorî xizm û lêzim û nasyarên derdor, mirovekî jêhatî û nesekinî û tim di geriyanekî de ye, li gorî hevalên min ên dibistanê þekleke din, ji bo hevalên min ên di têkoþînê de em bi hevre mayîn bi awayekî din, di van dehsalên dawiyê de jî her çiqas wekî romannivîs hatibe nav qada wêjeyê jî, lê hino hino wekî wergêr tê bihîstin.
Berî em derbasî serpêhatiya vê pirtûkê bin, em pêþî li serpêhatiya wergerê guhdarî bikin. Niyeta wergera vê pirtûkê ji ku derket û pêvajoyek çawa derbas kir?
M.OZDEMIR: Di sala 2014'an de, li Facebookê hevaleke min ji rojhilat -ku ew jî mamoste û helbestkar e- ji min re helbesta “Cellad” a Elî Hesenyanî þand ku wergerînim. Min jî wergerand û li ser hesabên xwe yên torên medyaya civakî parve kir. Rojek bi þûn de, Zagros Hesenyaniyê kurê Elî Hesenyanî bi messengerê li min geriya, xwest min bibîne. Min got, xêr e, got ew helbest a bavê min e û dixwazim te bibînim û dîwana wî jî wekî diyarî ji te re bînim. Piþtî heyemake kurt Dr. Zagros Hesenyanî hate Wanê û dîwan (Gunah) û romana “Karmamiz” a çapa Holanda ji min re anîn. Me hev nedît, lê piþtre min du pirtûkên Hesenyanî wekî diyarî wergertin. Min ji gelek kesan re behsa vê pirtûkê dikir. Hetanî 2018'an min di hesabê xwe de parve kir ku min dil heye berhmemên Elî Hesenyanî wergerînim. Li ser vê parvekirinê Dr. Zagros li min geriya û got ez ê hemû berhemên Elî Hesenyanî ku nû hatine çapkirin ji te re bînim. Vê carê jî wekî set her pênc berhemên Elî Hesenyanî bi xwe re anîn Stenbolê û ji wir jî teslîmî hevalekî min kir ku ji min re biþîne. Piþtî ku min diyariyê xwe wergertin bi þûnde min Karmamiz xist nav berrnameya xwe ku wergerînim. Ji ber pandemiyê hinekî dereng ket. Ji bo weþandinê jî ez bi weþanên NA'yê re axivîm, min doza mafê wergerê jî nekir... me xwest surprîzekî li Dr. Zagros bikin. Wisa jî çêbû. Dema ku ji çapê derket û gihîþt weþanxaneyê, Dr. Zagros jî amade bû. Me bi hev re ev kêfxweþî pîroz kir. Spasiya xwe pêþkêþî weþanên NA û dr. Zagros dikim ku ez bi tenê nehiþtim. Hêvîdarim ku xwînerê kurdî jî vê pirtûkê bi tenê nehêlin.
Ev pirtûk çima 57 salî ye û ji bilî 57 saliyê çi taybetmendiya wê heye ango taybetmendiyeke wê ya din heye?
M. OZDEMIR: Taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku hetanî hingê berhemeke nûjen wekî roman bi kurdî li ser jiyana kurdewarî çap nebûye. Elî Hesenyanî sala 1964’an di zindanê de bi farisî romaneke bi navê “Rûnak Ahûyê Kohestan” dinivîse. Ku ev roman hingê di zindanê de nehatiba desteserkirin û tunekirin, ew ê bi kurdî jî ya yekemîn bûya. Lê mixabin, piþtî tunekirina vê romanê, Hesenyanî tim di wê hizrê de ye ku romana xwe û çîrok û helbestên xwe binivîse û bidomîne. Çendîn caran dinivîse, lê dîsa tê tunekirin an ji dest diçe. Cara diduyan li quntara çiyayê Qendîlê guhdariya serpêhatiya pêþmergeyekî dike û serpêhatiya lehengê romana xwe ya xeyalî digihîne hev û Karmamizê dinvîse. Vê carê jî tevî gelek nivîsên wî dikevin ber ava çemekî û tune dibin. Cara sêyemîn jî dîsa dinivîse û diqedîne. Ji ber jiyana pêþmergetiyê nikare bi xwe re bigerîne û li gundekî datîne. Îca topeke neyaran li odeya ku daniye dikeve û dîsa gelek nivîsên wî tevî vê romanê tune dibin.... Piþtre dîsa dinivîse û li Kawlana Mehabadê diqedîne...
Taybetmendiya vê romanê ew e ku kurdewarî ye, jiyana kurdewarî, evîn, têkoþîn, bindestî, feodalî û hêvîyê digire dest û li welat bi xwe hatiye nivîsandin.
Niyet an jî projeyeke we ji bo wergerandina pirtûkên Hesenyanî yên din heye?
M. OZDEMIR: Helbet min dil heye tevahiya berhemên Hesenyanî wergerînim. Ji bo wergerandinê jî min destûra wergerandin û çapkirinê ji Dr. Zagros wergertiye. Piþtî Karmamiz, ew ê romana Dêrwêþ were wergerandin û me li ser wê li hev kiriye. Ya rastî nehata çapkirin jî min ê her dê wergeranda... lê niha hê xweþtir û rastir biryar heye.
Pîvana Muhsîn Ozdemîr ya wergerê çi ye?
M. OZDEMIR: Helbet ji bo wergerandina her berhemekî pîvanên cuda hene. Li gorî helbest û pexþanên edebî hinekî mirov dikarê wekî werger însiyatîfê bikar bîne û guhertinan çêbike. Di metnên wisa de li gor qalib û kodên kurdî tevdigerim ku werger ne peyv bi peyv be. Lê ku metnên olî bin, yan teknîkî û bijîjkî û hwd. bin, ev însiyatîf nikare were bikaranîn. Wekî rêbaz, ez destpêkê metnê çend caran dixwînim ku girêdana serî û nav û dawiyê baþ were dariþtin. Heke helbestên kêþ û newa bin xwe dûr digirim ku ez di vir de ne ew qasî hosta me. Ku kareke wisa jî hebe, her divê bi çend pisporan re wekî hevbeþ ez wî karî bikim.
Pirseke magazînî! Gelek wergerên cenabê te hene. Lê çima hemû ne cihekî, li cur bi cur weþanxaneyan hatine hatine çapkirin?
M.OZDEMIR: Di vir de heke proje ya min bi xwe be, di heman weþanxanê de ez dixwazim wergerên xwe biweþînim. Lê car heye proje ne ya min e, yan jî ya weþanxaneyekî ye, li gorî peymanê bi wan re didim wan. Ji ber wê piraniya berheman ji weþanxaneyên cuda derketine. Ev ne di destê min de ye. Tew gelek werger hene, yên ji bo saziyan in, bi heqdest hatine kirin. Yên bi vî cureyî jî pir in. Êdî ew li ku çap bikin, ew karê wan e.
Herî dawiyê ji bo vê hevpeyvînê spasiyên xwe pêþkêþî te û malpera Diyarnameyê dikim bi hestiyarî.
***
Em niha jî berê xwe bi çend pirsan bidin Dr..Hesenyanî. Ka çi bersivan dide me….
Têkiliya rêzdar Hesenyanî bi Komara Kurdistanê ya Mahabad re çêbûye? Eger çêbûbe di çi astê de ye?
Z. HESENYANÎ: Di dema Komara Kurdistanê de Hawar wekî temen pir biçûk bû. Wisa dixuye çalakiyeke wî bi Komara Kurdistanê re nebûye. Hingê Hawar 5-6 salî ye ku Qazî komarê li Mehabadê dadimezirîne. Lê ew hewaya ku hingê heye li ser wî bandor kiriye û piþtre tevlî Partiya Demokrat dibe.
Bi qasî tê bîra cenabê te helwest û hewladana rêzdar Hesenyanî ya ji bo tifaqa netewî çi bû?
Z. HESENYANÎ: Têkariya ku li ser yekîtiya neteweyî kiriye ew e ku Hawar kurdekî rasteqîne bû, pir rasteqîne. Xuyaye hay ji her partî, grûp û desteyên kurd ê li Kurdistanê hebûye, bi taybet li rojhilatê Kurdistanê. Wê demê li Kurdistanê gelekî gendelkarî hebû, ez di temenê deh-duwazdeh salî de bûm, Hawar bi kurdayetiyekî sade bi pirsgrêkan re eleqeder bûye. Naxwazim behsa gelek tiþtan bikim. Ji bo yekîtiya neteweyiya her çar-pênc parçeyan ya ku jê hatî, teqsîr nekiriye, jiyana xwe jî di vê rêyê de daye. Kar û xebat û ehtûbara xwe tev xistiye bin vê xizmetê. Kesekî wisa bû ku heke li pey kurdayetiyê neketiba cihê wî di civaka Îranê de pirtir bilind dibû ji rewþa ku tê de bû. Lê ya ku dixwest bike, ya ku di sînorê hêza wî de bû ku dixwest pêk bîne, bi nihênî kiriye û nexwestiyê herkes pê bizanibe. Li pey meqam û berjewendiyên þexsî neketiye ku pileya wî di wê civaka Îranê de bilind bibe. Bi tu hawî li pey tiþtên wisa neketiye.
Sedama terkkirina welêt ya rêzdar Hesenyanî çi bû gelo?
Z.HESENYANÎ: Sedema derdikeve derveyî welat jî ew bû ku, Hawar bi Partiya Demokrat re bû, endamê wê bû. Gelek kêþe û pirsgirêk bi ser de hatin. Ev jî mijareke bi serê xwe ye... Ji bo ku were Mehabadê û Partiya Demokrat wî dûr bixe, çend salan li Mehabadê dimîne. Partiya Demokrat wekî qazî –dadgeh biryar dida û pêþgirî û astengî jê re derdixin, lê wexta ku haya wî ji vê çêdibe berê xwe dide derveyî welêt bi wê mebestê li derveyî welat kovarekî-rojnameyekî çap û belav bike diçe Fînlandiya. Li Fîlandiyayê mixabin ku tiþtekî pir seyr û balkêþ e, dibêjin ew tiþtê ku tu di kovarê de bi kurdî belav dikî, divê bi zimanê fînlandî û tirkî jî belav bikî. Ev daxwaz û doza fîlandiyan jî dibe sedem ku ji Fînlandiyayê derkeve û biçe Danîmarkayê û daxwaza penaberiyê bike. Ji ber ku li Fînlandiyayê penaberiya wî hatibû qebûlkirin, li Danîmarkayê jî mecbûr dimîne bi navê Azad Sasan xwe bide nasandin û mafê penaberiyê bixwaze. Mixabin mirina pêþwext rê nade ku ew kovara çandî, wêjeyî ya tenê bi kurdî ku hesreta wî bû belav bike.
Gotina cenabê te ya dawîn?
Z. HESENYANÎ: Di dawiyê de jî spasiyê xwe pêþkêþî nivîskar û wergerê kurd Muhsîn Ozdemîr dikim ku yekemîn berhema Hawar (bavê min) kurmancîze kir, her wiha spasiyê xwe pêþkêþî xwediyê Weþanên NA’yê Berfo Barî dikim ku barê weþandin û belavkirina vê berhêmê girtin ser xwe.
Nîþe: Gotinên Dr. Zagros Hesenyanî jî ji aliyê Muhsin Ozdemir ve ji Soranî hatine kurmancîzekirin