Li Kelarê konsera ji bo piþtgiriya Nexweþxaneya Hîwa
KELAR
Li navçeya Kelar a Germiyanê, Grûba Muzikê ya Qalaya Þêrwane ji bo piþtgiriya Nexweþxaneya Hîwa ya Pençeþêrê konserek da.
Li Hola Huner a navçeya Kelar a Germiyanê vê êvarê Grûba Hunerê ya Qalaya Þêrwane ji bo piþtgiriya Nexweþxaneya Hîwa ya Pençeþêrê konserek da. Bi sedan kes tevlî konserê bû. Wê sibe ji konser berdewam bike.
Di destpêka konserê de dokomenterek li ser armanc û peyama Grûba Hunerê ya Qalaya Þêrwane û rewþa nexweþiya pençeþêrê ya li Nexweþxaneya Hîwa hate pêþandan.
Piþtre Þivan Luqman ê li Germiyan nexweþê pençeþêrê re li ser navê kesên nexweþên pençeþêrê axivî. Di serî spasiya Grûba Hunerê ya Qalaya Þêrwane û kesên amade kir û hêvî kir ku çalakiyên wiha yên ji bo xizmeta mirovahiyê berdewam bikin.
Piþtre Grûba Hunerê ya Qalaya Þêrwane derkete ser dikê û çend parçe muzîka resen a kurdî pêþkêþ kir.
Di dawiya konsereyê de Berpirsê Grûba Hunerê ya Qalaya Þêrwane Mihemed Germiyanî axivî û diyar kir ku dema dîmenên konserê dîtine hest kirine ku ne bi tenê ne û bang li welatiyan kir ku bi heman coþa îro sibe jî li heman cih û saetê amade bikin.
Wê sibe jî di saet 17.00’an de bi heman armanca piþtgiriya ji bo Nexweþxaneya Hîwa konser di roja duyemîn de berdewam bike.
Wê dahata konserê ji bo Nexweþxaneya Hîwa ya Pençeþêrê be.
Ji Rojnewsê hatiye girtin
Sibê (3'yê mehê) saet 17.00'an de dê dîsa korserek li dar bikeve. Dahata konserê ji bo nexweþên pençeþêrê dê bê xerckirin.