Pirtûkên ku wê lê mêze kirine jî têne firotin
Diyarname
Wê wisa mohra xwe li serdemekê daye tu demê ji rojevê nakeve. Niha jî pirtûkên li ser xwarinan ên ku wê lê mêze kirine têne firotin.
Em qala lîstikvana efsanewî ya Hollywoodê Marilyn Monroe dikin. Di sala 1962'Yan de miriye lê hê jî bi tiþtên xwe yên cur bi cur dikeve rojevê. Niha jî pirtûkên wê yên li ser xwarinê, na ne ku wê nivîsîne, pirtûkên ku hinên din nivîsandine lê wê di metbexa xwe de bikar anîne, li gor tarîfa wan xwarin çêkirine têne firotin.
Ji bo wan pirtûkan dê li Galeriya Mezatê ya Siegel a li New Yorka DYA'yê mezat çêbe. Li gor nûçeya NYPostê Mezat dê roja 22'yê vê mehê li dar bikeve û li bendê ne ku bi buhaya di navbera 50 û 75 hezar dolarî de pirtûk bêne firotin.
Di sala 1950'î de pirtûka ‘The New Fanny Farmer Boston Cooking-School Cook Book’ û pirtûka ‘The New Joy of Cooking’ du pirtûk in ku Monroe ji wan fêde girtibû û di metbexa xwe de bikar anîbûn. Di nav pirtûkan de hin notên destxetên wê, lîsteya marketê, navnîþan û bernameya dîetê hene ku ev nîþaneyên ji wê ne. Pirtûk bi vî awayî têne firotin.
Di nav lîsteya wê ya marketê de hêk, þîr, kulîçe, jole, krema, nan, qehwe, rûnê niviþt û ava madenê heye. Wê di saet 8'ê sibê de taþtê, saet 1'ê nîvro de firavîn dixwar. Êvarê jî s aet 18.30 de þîv dixwar. Li gor notên wê Monroe di saet 23'Yan de paþîv wekî vexwarineke ji hêkan (nabêje germ an sar vedixwar) vedixwar.
Marilyn Monroe di sala 1926'an de hatiye dinê, di 1'ê pûþPERA 1962'yan de dema hê 36 salî bû miriye. Ew wekî yek ji navdarên sînemaye û sembola seksê dihat hesibandin. Ew bi rola "Kêmaqila Zerik" navdar bû û bi ser mirina wê re nêzî 60 salan derbas bûye lê hê jî her di rojeva dinyayê de ye.
Li gor rojnameya New York Postê lîstikvana navdar Monroe her serê sibê saet 8'an de taþtê dikir.