Ji bo pirtûka yekemîn 700 hezar dolar avans girt
Diyarname
Prenses Meghan Markle bi navê "The Bench" pirtûkeke zarokan amade kiriye û hat îdîakirin ku ji bo pirtûkê wê 700 hezar dolar avans girtiye.
Di dema ducanîbûna wê ya yekemîn de mêrê wê Prens Hanrry di Roja Bajan de helbeste xwendibû û Markle jî di bin bandora vê helbestê de rabûye pirtûkek zarokan nivîsandiye. Navê "The Bench" li pirtûkê kiriye. Hatibû îdîakirin ku Markle ji pirtûka Carrinne Averiss "The Boy on the Becnh" pirtûka xwe kopî kiriye, lê paþê nivîskar Averiss got ku tu eleqeay her du pirtûkan ji hev nîn e.
Pispora malbata qraliyetê Angela Levin ku pirtûka "Harry: Conversations with the Prince" nivîsandibû got ku dibe Martkle ji bo vê pirtûka xwe ji weþanxaneyê 700 hezar dolar avans girtibe. Heta niha der barê peymana ligel weþanxaneyê de tu agahiyên zelal nehatine belavkirin. Lê Levin dibêje ev pereyê hatiye girtin ne pereyê temamê peymanê ye, beþek jê ye ku wekî avans girtiye. Ev jî jî tê wê wateyê ku peyman bi ser mîlyon dolarî de hatiye kirin.
Nivîskar Angela Levin diyar kiriye ku gelek mesrefên Prens Harry û Meghan Markle ku li herêma Santa barbara ya li Los Angelesê dijîn dibe. Ji ber mala wan mezin e, mesrefa ewlehî û xebatkarên wir pir e.
Meghan Markle di pirtûkê de piþtî ligel Prens Hanrry zewicî pênaseya Duþesa Susseks bikar anî. Di berga pirtûkê de jî ev nav tercih kir û wekî "Meghan, The Duchess of Susseks" bikar anî.