Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman
Diyarname
Nivîskar Mehmet Oncu ku zêdetir bi lêkolînên xwe dihat nasîn vê carê bûyereke dîrokî kir roman. Roman bi navê “Raperîna Baba Îshaq” ji Weþanên Sîtavê derket.
Raperîna Baba Îshaq di sedsala sêzdehan, di sala 1240’î de li Kefersûta Semsata Semsûrê derbas dibe. Oncu ev bûyera wê serdemê niha wekî roman honandiye û pêþkêþ kiriye. Li gor Oncu Baba Îshaq kurdekî Semsatê bû, siltanê Selçûkî Xiyasedîn Keyxusrew gelek jê tirsiya ye. Oncu wisa dibêje: “Di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê bû. Baba Îshaq perwerdeyeke gelekî baþ dîtîbû, baweriya Ebûl Wefayê Kurdî nas dikir, li ber destê Îbnî Erebî perwerde ditîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.”
Oncu dibêje ku dema wî dergaha xwe li gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melîk ‘Evdal hakimê bajarê Semsatê bû. Ew van lê zêde dike, “Gava desthilatdariya Semsatê ji destê Eyûbiyan derket û kete destê Selçûkiyan zilm û zor zêde bû. Bac û xeracên giran dan ser herêmê. Li hemberî vê yekê Baba Îshaq kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da dest pê kirin.”
Romana “Raperîna Baba Îshaq” ji 19 beþan pêk tê û 231 rûpel e. Heta niha gelek nivîskarên kurd bûyerên dîrokî wekî roman honandine û pêþkêþ kirine, Oncu jî bi vê xebata xwe bûyereke din bi zimanê romanê pêþkêþî qada kurdî kir. Roman bûyera dor 800 sal berê careke din derdixe ber ronahiyê.
MEHMET ONCU KÎ YE?
Mehmet Oncu, di sala 1961’êde li Taxa Xarxarê ya Semsûrê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navînê li Semsûrê wendiye. Ew ji Beþa Kargêriyê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bûye. Oncu di sala 1983’yan de, li bajarê Semsûrê di wezareta perwerdeyê de, wekî mehmûr dest bi kar kiriye û di sala 2017’an de ji beþa wezareta çand û geþtiyarê malniþin bûye.
Oncu ku ji 1983’an ve li ser folklora kurdî xebatan dike berê bi navê “Hemo Pêþeng” gelek nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weþandin. Nivîskar Oncu û hevalên xwe ên wekî Mehmet Akar, Welat Dilken, Zekî Akdax, Þêxo Fîlîk û hîn gelekên din li Semsûrê rojnameyeke bi navê “Semsûr” derxistin. Rojnameya ku bi kurdî û tirkî weþan dikir de, demekê jî di di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina kurdan nivîsî. Oncu hê jî li Semsûrê dijî û rêwîtiya xwe ya nivîsandinê didomîne.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
1- Çîrokên Kurdan-I, (Zargotin), Weþanên Doz-2006
2- Çîrokên Kurdan-II (Zargotin), Weþanên Doz-2007
3- Gotinên Pêþiyan- (Ferheng)-Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê-2009.
4- Mêhrîmah, (Helbest) -Weþanên, J&J- 2011
5- Ezîze, (Helbest)- Weþanên J&J- 2011
6- Eware, (Helbest)- Weþanên- J&J-2011
7- Yeklo Duklo Dumbazê, (Zargotin), Weþanên J&J-2013
8- Dengbêj û Dengbêjî (Gotar) Antolojiya Dengbêjan, Þaredariya Mezin a Amedê-2013
9- Meyîr, Çanda Pêjingeha Herêma Amedê-(Folklor)-Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê-2013
10- Cemîle, Çanda Pêjingeha Herêma Semsûrê-(Folklor)-Weqfa Danasîna Adiyamanê-2014
11- Çîrokên Efsaneyî yên Kurdan, (Zargotin)- Weþanên Nûbihar- 2014
12- 101 Biwêj 101 Çîrok, (Zargotin), Avesta-2015
13- Ferhenga Biwêjan, (Ferheng)- Weþanên Sîtav-2016
14- Çarîne (Ji Kaniya Dil), (Helbest), Weþanên Sîtav-2016
15- Ji Deftera Kurdekî, (Aforîzma), Weþanên Sîtav-2016
16- Þihîna hespên azad-(Roman)-Weþanên Sîtav-2017
17- Tiþtanokên Kurdî, (Zargotin), Weþanên Dara-2017
18- 101 Gotinên Pêþiyan 101 Çîrok-(Zargotin)- Nûbihar-2018
19- Serhatî û Serboriyên Kurdan-(Zargotin)-Weþanên Sîtav-2019
20- Guldesteyek Ji Pêkenokên Gelêrî, -(Zargotin)-Weþanên Sîtav-2019
21- Kulîlk û Þikevlatû (Fablên Kurdî), -(Zargotin)-Weþanên Sîtav-2019
22- Ferhenga Devoka Hereêma Semsûrê-(Ferheng)-Weþanên Sîtav-2019
23- Di Gotinên Pêþiyan de Jin-(Zargotin)-Weþanên Sîtav-2020
24- Gotinên Pêþiyan (Senîfandin - þirove - Ferheng) (Zargoyin) Weþanên Sîtav 2020 (Berhem ji 4 bergan pêkhatiye)
25- Eskî Kûrt Tarîhî (Werger) Weþanên Sîtav- 2020
26- Raperina Baba Ýshaq (Roman) Weþanên Sitav-2021 - Raperîna Baba Îshaq / Mehmet Oncu / Weþanên Sitav/ Roman / 2021