ZEND'a 28'an derket
Diyarname
Kovara lêkolînî ya bi navê ZEND ve carê hejmara xwe ya 28'an pêþkêþî xwendevanan kir. Kovarê di vê hejmarê de Hozên Kurd derxistiye pêþ.
Zend ku wekî weþana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi selan berê dest bi weþanê kiribû, niha di bin banê Komeleya Lêkolînên Kurdî de weþana xwe didomîne. Zend niha bi hejmara xwe ya 28'an li pêþberî xwendevanên xwe ye. Kovarê meseleya "Hozên Kurd" derxistiye pêþ. Di vê çarçoveyê de nivîsên Pierre Oberling "Hozên kurd (I)", Hekarî Berbro Karabuda "Eþîrên kurd (II)", Mehmûdê Sebrî "Hozên kurd (III)", William Eagleton "Eþîrên kurd (IV)" û Dr. Zerar Sidîq Tewfîq "Eþîrên kurd (V)" hatine weþandin.
Ji nivîskarên kovarê zimanzan Zana Farqînî di vê hejmarê de bi sernavê "Di kurmancî de hebûna navgiran" mesele girtiye dest. Þemoyê Memê jî bi nivîsa xwe "Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî da" di kovarê de cih girtiye.
Her wiha Adil Mihemedpûr meseleya "Cejnew Pîrî di neynika çanda gelê Hewramanê da" nivîsa xwe weþandiye ku ev beþa yekem e û hejmara bê de dê bidome.
Berat Qewîendam bi nivîsa "Zimanê Azeriya Berê û Têkiliya Wî bi Kurdî û Farsî re Nirxandinek li ser çend helbestên azerî yên bicihmayî ji du helbestvanên erdebîlî û tewrîzî" ked daye kovarê.
Her wiha Umîd Demîrhan jî bi sernavê "Kurdên derveyî Kurdistanê di çarçoveya çavkaniyên înternetî da awireke giþtî li serjimarî û erdnîgariya kurdên koçber: Nasname, dîrok, çand û ziman" nivîsa xwe amade û pêþkêþ kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: (0212) 621 82 00
E-mail: zendkovar@hotmail.com