Putînî par 132 hezar dolar kar kir
Diyarname
Salane pereyên ku dikevin bêrika serokên welatên mezin meseleya meraqê ye. Li hin welatan ev yek tê eþkere kirin, li hin welatan tê veþartin. Li Rusyaya wekî otorîter tê binavkirin pereyên ku di sala 2020'an de ketine bêrika Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putinî eþkere kir. Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin par nêzî 10 mîlyon ruble (Li dor 132 hezar dolarî) pere ketiye bêrîka Putîn. Di sala 2019'an de Putînî 9.7 mîlyon ruble pere kar kiribû.
Li aliyê din hat gotin ji bilî vê du daîreyê wî hene. Yek jê 77 metrekareyî ye ku têde garajek 18 metrakereyî jî heye. Daîreyê din ê Putin 153.7 metrekareyî ye ku garajek wê ya 18 metrekareyî ye û Putin di vê daîreyê de dijî. Her wiha otomobîlek wî GAZ 21M (Volga), erebeya Niva û romorkek otomobîlê Skif di destên wî de ne.
Balkêþ e Serokwezirê Rusyayê Mihail Miþustin û Wezîr Denis Manturov ji Putinî zêdetir pere kar kirine. Li gor daxuyaniyê Serokwezîr Miþustin di sala 2020'an de 19.8 mîlyon (Dor 260 hezar dolar) ruble kar kiriye. Di nav hikumetê de Wezîrê Bazirganiyê Denis Manturov par bi temamî 740,4 mîlyon ruble pere kar kiriye.
Ji Sputnikê hatiye girtin