4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn
Diyarname
Di Lîga Þampiyonan a UEFA'yê de maçên çarîk finalê hatin lîstin û 4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn. PSF, Chelsea, M.Ctiy û R.Madrid derbasî nîv fînalê bûn.
PSG'Ê MUNIH ÞAND MAL
Roja 13'yê mehê mehê PSG û Bayer Munih hatin hemberî hev. Munih bi 1-0 bi ser ket lê ji ber di maça yekemîn de bi 3-1 têk çûbû ev serketinê têra wê nekir.
Di maça din de jî Portoyê Chelsea bi 1-0 têk bir lê ji ber di maça yekemîn de 2-0 têk çûbû ev serketina wê fêde nekir.
MC BER BI ARMANCA XWE VE DIÇE
Û îro: Manchester City di maça yekemîn de li mala xwe bi 2-1 Borussia Dortmund têk biribû, li Almanyayê jî bi heman skorê bi ser ket.
Di maça din de jî Liverpool û Real Madrîd hatin hemberî hev, maç bi 0-0'ê bi dawî bû. Ji ber di maça yekemîn de Real Madrîdê li mala xwe bi 3-1 maç bi dest xistibû Madrid derbasî nîv fînalê bû.
MAÇÊN NÎV FÎNALÊ
Di dawiya maçên çarîk fînalê de 4 tîm derketin nîv fînalê û di vê beþê de ev tîm bûn reqîbên hev:
Real Madrid - Chelsea
PSG - Manchester City
Maçen nîv fînalê yên yekemîn dê roja 27'ê vê mehê, maçên duyemîn jî roja 4'ê gulanê bêne lîstin û her du tîmên bi ser bikevin dê derbasî fînalê bibin.
GUARDIOLA BER BI DAXWAZA XWE VE
Teknîk Dîrektorê M.City Pep Guardiola li Cityê li welatê xwe bû þampiyon lê di Lîga Þampiyonan de ev bû cara çaran tê çarîk fînalê û ji wir nikare bi pêþ bikeve; vê carê ew daxwaza xwe anî cih. Guardiola niha çav berdaye fînalê.
Ji tîmên din PSG ji bo Lîga Þampiyonan gelek razemenî pêk anî û ew jî gelek dixwaze kûpayê bi dest bixe. PSG par derket fînalê lê di fînalê di li hemberî Bayer Munihê bi 1-0'ê têk çû.
Ji tîman Chelsea herî dawî di sala 2012'yan de kûpaya Lîga Þampiyonan bi dest xist.
ÞAMPIYONÊN ÞAMPIYONAN
Heta niha herî zêde Real Madrîdî ev kûpa bi dest xistiye. Real Amdîrê ku heta niha 13 caran ev kûpa bi dest xistiye, dîsa kûpayê dixwaze. Piþtî Real Madrîdê tîma Milan tê bi 7 caran. Bayer Munih û Liverpool 6 caran, Barselona 5 caran, Ajaks 4 caran, Internationale û Manchester United 3 caran, Juventus, Benfiva, Porto û Nottingham Forest 4 caran, Olympique de Marseille, Steaua Bucuresti, Hamburg, Celtic, Chelsea, Borussia Dortmund, Crvena Zevzda, PSV, Aston Villa, Feyenoord her yekê carek ev kûpaya Lîga Þampiyonan biriye mala xwe.