Documentarist li benda belgefîlman e
Diyarname
Festîvala Belgefîlman Documentarist dike armanc ku îsal di navbera 3-11'ê tîrmehê de li dar bikeve. Û niha serdema serîlêdanan berheman dest pê kir.
Koma amadekar a festîvalê bi peyamek ragihand ku wan amadekariyên festîvala îsal kirine. Documentarist got ku par ji bo her kesî dijwar derbas bû, hin festîval hatin betalkirin, hinan tenê online li dar xist û gotine ku hêvî dikin îsal serdema pêþiya me cuda be. Festîvalê ragihand ku ji bo serîlêdanê dem daye dest pê kirin û heta 16'ê gulana 2021'ê yên ku bixwazin dikarin berhemên xwe biþînin.
Ji bîl nîþandayîna belgefîlman dê atloye li dar bikevin, çalakiyên cuda jî hebin. Li gor gotina amadekarên Documentaristê hedefa wan ew e di navbera 3-11'ê tîrmehê de li cihên esrvekirî, li gor mercên pandemiyê festîvalê li dar bixin.
Par ji ber pandemiyê Documentarist wekî online hatibû lidar xistin, xebata wan a din "Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan" hatibû betalkirin. Li aliyê din belgefîlmên ku par ji bo Documentaristê serî lê dabûn û nehatibûn nîþandayîn îsal dê dîsa binirxînin.
Ji bo serîlêdanê: