Di Lîga Þampiyonan de îro û sibê
Diyarname
Maçên duyemîn ên çarîk fînalê yên Lîga Þampiyonan a UEFA'yê îro û sibê têne lîstin. Îro du, sibê du maç hene
ÎRO
Tîma alman Bayer Munih ku li mala xwe li hember PSG'ê bi 3-2 têk çûbû îro diçe maça xwe ya hebûn û nebûnê. PSG ku ev çend sal in ji bo vê kûpayê hewl dide lê bi ser nakeve vê carê dê reqîbê xwe yê mezin, reqîbê ku par ev kûpa biribû mala xwe têk bibe yan na? Bersiv saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyeyê) de ye.
Maça din di navbera Chelsea û Porto de ye. Chelsea îro Portoyê dike mêvan. Chelsea di maça yekemîn de bi 2-0 bi ser ketibû, îro nihek din rewþa wê aram e. Ev ma jî saet 22'yan de ye.
SIBÊ
Ji maçên sibê tîma îngilîz Liverpool tîma spanî Real Madrîdê dike mêvan. Liverpool li SPanyayê bi 3-1 têk çûbû. Lîstikvanên Kloppî û yên Zîdane dê maçek xweþ pêþkêþî temaþevanan bikin.
Maça din jî di navbera Borussia Dortmund û Manchester City de ye. City di maça yekemîn de li mala xwe bi 3-1 bi ser ketibû û niha diçe mala Dortmundê. City ku li Lîga Premierê hema hema þampiyonî ragihandiye dixwaze karwana xwe ya Lîga Þampiyonan jî bidomîne.
Her du maç jî saet 10'ê êvarê têne lîstin. Tîmên bi ser dê derbasî nîv fînalê bibin. Maçên yekemîn ên nîv fînalê roja 27'ê vê mehê, maçên duyemîn 4'ê gulanê têne lîstin. Maça fînalê roja 29'ê gulanê ye.