Rêveberiya nû ji bo Komeleya Birca Belekê hat hilbijartin
Diyarname
Komeleya Birca Belekê 1'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de Nuran Kaplan û Mîrza Kurt ji bo hevserokatî hatin hilbijartin.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li Cizîrê ye xebatên xwe didomîne. Komeleyê li navenda komeleyê kongreya xwe li dar xist. rêveberên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê, endamên Platforma KESK'ê yên Þirnexê û gelek kesên din lê amade bûn. Pankarta li ser "Zimanê Dayikê Rihê Civakê ye" nivîsandibûn li piþt dike daliqandin û kongre hat dest pê kirin.
Piþtî axaftinan hilbijartin çêbû û Nuran Kaplan û qunciknivîskarê Diyarnameyê Mîrza Kurt (Mîrza Ronî) hatin hilbijartin.
Em wekî Diyarname ji bo nivîskarê me Mîrza Ronî, hevserok Nuran Kaplan û hemû endamên Komeleya Birca Belek serketinê dixwazin.