Ji ber referandûmê wê 49 efserên kurd werin dadgehkirin
Kerkûk
Ji ber sedema ku tevlî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bûne dosya 49 efserên kurd ji bo Dadgeha Leþkerî ya Mûsilê hate þandin.
Rêberiya Giþti ya Polîsên Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî nivîseke Wezareta Hundirin a Iraqê ku di 4’ê Nîsanê de þandiye Dadgeha Leþkerî ya Mûsilê, dosyaya 49 efserên kurd ji ber tevlîbûna wan a li referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi armanca dadgehkirin ji bo Dadgeha Mûsilê hatine þandin.
Li gorî zanyariyan ew efserên kurd li rêveberî û fermangehên ser bi Rêveberiya Giþtî ya Polîsên Kerkûkê kar dikin.
Di sala 2017’an de ku referandûm li Herêma Kurdistanê pêk hat, doz li wan hatibû vekirin. Lê, bi biryarek siyasî hatibû rawestandin. Îsal careke din bi qebûlkirina Wezareta Hundirin a Iraqê dosya hate vekirin.
Rojnews