Lêkolîn bi dosyaya 'Kurdolojî'yê derket
Diyarname
Kovara Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê bi navê "Lêkolîn" kovarek derdixist lê ev demek bû dernediket. Enstîtuyê niha hejmareke nû ya kovarê weþand. Di hejmara nû ku hejmara 20'an e de dosyaya "Kurdolojî" hatiye amadekirin.
Par Zanîngeha Kurdî ya Online bi beþdariya 16 mamoste û 450 xwendekaran li dar ketibû. Ders 4 mehan dom kiribûn û ji 100’î zêdetir semînerên akademîk hatibûn dayîn. Encama vê xebatê, gotarên ku hatin nivîsandin niha wekî kovar-pirtûk derketin pêþberî xwendevanan. Berpirsiya vê hejmarê Prof. Al. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan gitiye ser milên xwe. Di vê hejmarê de 15 gotarên akademîsyenan cih digirin. Di gotaran de li ser beþên cuda yên ziman hatine sekinîn û ew hatine pêþkêþ kirin.
Prof. Al.Dr Îbrahîm Seydo Aydogan ligel berpirsiya kovarê û pêþeka ku nivîsandiye, nivîsek din jî amade kiriye. Ji bilî wî Prof. Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa, Prof. Al.Dr Michiel Leezenberg, Dr Michael L. Chyet, Prof. Al.Dr Janjor Yilmaz Keleþ, Xecê Petekkaya, Dawid Yeþîlmen, Mizgîn Hesen, Zekiye Hesen, Ebdilkerîm Elûþ & Sefqan Lalo, Evîn Teyfûr, Nêçîrvan Ebdîlezîz û Ahmet Kaya bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji wan Leezenberg bi ser navê "Ma di Mezopotamyaya Kevnar de felsefe hemû?", Chyet bi sernavê "'Deynê Sibatê li Adarê ye': Nêrînek li ser Navên Mehan bi kurdî", Petekkaya jî mijara "Navlêkirina Civaka Kurdên Zaza û Zimanê Wan" girtiye dest.
Her wiha Evîn Tayfûr jî li ser "Çend Rexneyên Pedegojîk li Ser Çîrokên Zarokan" gotara xwe amade kiriye.
Ji bo têkilî: instituyakurdi@gmail.com