Amed Spor teslîmê Ozcan Kiziltan kirin
Diyarname
Rêveberiya Amed Sporê piþtî duh dawî li karê teknîk dîrektor Aykan Atîkî anîn îro ligel teknîk dîrektor Ozcan Kiziltan kirin û tîm teslîmê wî kirin.
Ji bo vê yekê îro li klûba Amed Sporê mesarima îmzekirinê hebû. Serokê duyem ê klûbê Îhsan Avci ligel Kiziltan peyman îmze kir. Semih Dulger, Bora Taþ, Yasin Efendiler, Sinan Biçer û Can Kiziltan dê cîgirên wî bin.
Teknîk Dîrektor Ozcan Kiziltan xwedî pro-lîsansa UEFA'yê ye. Kiziltan di sala 1959'an de li Stenbolê hatiye dinê. Sala 1993'yan de wekî cîgir antrenor li Mersîn Îdman Yurdu dest bi vî karî kiriye. Salên 2000- 2004'an li Fenerbahçeyê antrenorê berpirs ê ji tîman jêrin, dûre cîgirê antrenor û paþê çûye çend tîmên din. Serdeketina wî ya mezin di sala 2010'an de Goztepe ji Lîga 2'yemîn derbasî Lîga 1'emîn kiriye. Kiziltan ku par di meha rezberê de bû teknîk dîrektorê 24 Erzîncansporê 15'ê meha borî îstîfa kir.