Helbestên ji ‘Sûr û Toledo’yê
Diyarname
Nivîskar Zerdeþt Cemal bi navê “Sûr û Toledo” pirtûkek helbestan nivîsandibû, niha ew ji bo kurdî hat wergerandin û hat weþandin.
“Sûr û Toledo” 7’emîn pirtûka Zerdeþt Cemal e. Biranîn(êþ)ên Þaêr di gere wî ya Toledoya de jî dev jê bernadin û dibin sedem ku ev helbest derbikevin. Cemal ji nav dîrokên bi karekteran hêmaya berxwedanê dide hev. Ew hem ji aliyê dîrokî hem rewþa heyî ve nimûneyan bi helbestan dide hev.
Pirtûka ku ji aliyê Gula Almastê ve ji bo kurdî hatiey wergerandin bi ebata biçûk (11x15,5) hatiye çapkirin û ji 48 rûpelan pêk tê.
Sûr û Toldeya Zerdeþt Cemal hem gazinc e hem jî hawar e ku dinuqutîne bi ser çemê Tajo de; bo biherike xwe bigîhîne hawara Dijleyê.
Ji pirtûkê hin helbest:
…Toledo
Te xwe spartîye milên fetlokî ên Tajo
Bi xwe ewle
Destbirakê Dîjle, Tajo!
Tu diherikî bi lez
Weke tu dixwazî xwe bigihîne destbirakê xwe
Û dest bide destbirakê xwe
Dîjle…
Tajo
Li qiraxên te pornixî ne
Di cemeda dîrokê de
Þowalyên te
Tevî xelatê Madalyonên qehremanîyê
Bûne sîmbol di nava pêlên te de…
**
…Îro
Hestiyên zarokên destbirakê te Dîjle…
Di qedera qonteynirên gemarê de rêwî ne
Di bêkesîya xwe de dixurrimin
Di bihara ‘emrê xwe’y ciwan de…
Nav û dengê te bilind dibe li kolanên Sûrê
Xendek li ‘emre min tên kolan
Li kuçekorên kevirî
Xweþikîya te weke ronahîya rojê
Misebiba qetla min e
Zarokên min dimirin
Siberojên sêwî ava dibin bi navê te
Toledo
Zerdeþt Cemal kî ye?
Nivîskar Zerdeþt Cemal di sala 1966’an de li Heramya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Ew li Îzmîrê dijî. Wî heta niha 6 pirtûkên bi tirkî û yek bi kurdî nivîsandiye.
Heta niha ev pirtûkên wî çap bûne:
1- Rimbaud’a / Þiir/2012/ Weþanên Na/ Ýzmir
2- Yalnizken Mirildandiklarim/Þiir/2016 Weþanên Na /Ýzmir
3- Yaralarýn Ýmbiðinden Damitilmiþ Misralar / 2017/ Weþanên Na/ Ýzmir
4- Çiplak Giyinik Þiirler/ 2018/ Weþanên Na/ Ýzmir
5- Sê Koçrewan / Þi’îr/ 2018/ Weþanên Na/ Ýzmir
6- Mevsimleri Geç Kalbim / 2019/ Weþanên J&J, 2020, Weþanên Na
7- Toledo ve Sur’un duþundurdukleri /2020/ Weþanên Na/ Ýzmir
Ýzmir
- Sûr û Toledo /Zerdeþt Cemal / Wergera ji bo kurdî Gulê Almastê 48 rûpel /2021/ Weþanên Na/ Ýzmir