Yekîtiya metnê û wêne: GOG
Rêdûr DÎJLE
Baþ dizanim ku hûn ê bibêjin, ne hewce ye, jixwe em bi van tiþtan dizanin. Tiþt nabe, lê ez ê xwe bavêjim bextê seydayê mezin Ehmedê Xanî: “Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf / Li dinyayê tu nabî ne meþhûr û ne me’rûf.”
Te dît, gava serê meseleyê vedibe û tê, dibêje reqqq xwe li zimên asê dike, gotina ku ewilî ji ser zar û zimanê me dipengize û dibêje çirppp xwe li rasta han datîne, ji sê payan du payên a ha werê qerase "gilî û gazin" in.
Nizam, wisa biçe kurdî wê nemîne. Nizam, tu dibê qey bi navê kurdî herf olanî* rêya xwe þaþ nake û bi Amedê naxe.
Nizam navê xwe kurdî ye, lê peyva pê mezin dibe bi tirkî ye...
Hela tu lê! Tu dibê qey ne çêlikê/a kurda ye! Eyba reþ, fedya giran!
Heyra, eyb çi reþ çi spî, fedî çi giran çi sivik... Erê, em baþ dizanin ku gilî tên gotin ji bo bihîstinê. Lê gava "kirin" xwe lê neke xwedî, ê wekî pelê çilo, bayek bê û bi çengura wî bigire û bê pirrr wî hil bike, jixwe tu yê di eynê xwe re jî dernexî û tu yê nizanibî bi ku ve jî çû...
qirççç...qirçç...qirç... qir... qi...q... Ø...Ø...Ø
Erê, em ne xerîb in. Em, ê hev in. Hem ji malekê hem jî ji halekî.
Hema em qet xwe vir de wê de nedin, û xwe nexapînin. Di vî barî de, em ji gazin û lomeyan re "o biçim" in û elhemdulilah kelkela me jî têra xwe heye. Ma ne heq e? Bêguman!
Lê emel?
Welle hê nehatiye bi aliyê me de.
Bi ya min, a rastî ne bi ya min jixwe gelek pispor, zana û ehlên vî karî giþ bi xetên stûr xêz dikin ku di vî barî de emel berdewamî ye. Berdewamî jî, zarok in. Heger tiþtek berdewamiya xwe tine be, zû yan dereng ê birize û biçe.
Gelo ma pêkan e ku zarokek ji 7 saliya xwe heya 14-15 saliya xwe bê materyaline têkûz ên xwendinê karibe bi zimanê xwe re canêcanê be? Canêcanê be jî yê tu carî bi awayekî qewîn û xwerû nebe parçeyek ji jiyana wê/wî.
Îja ji bo ku ev îþ ji binî ve xera nebe û ji bo ku kevir ji binî ve baþ bê edilandin, madem em bê dibistan in, nexwe piþtî hokirina ewil a bi destê dê û bavan, ji bo dilbijîn û handaniyê afirandina kulîyateke xwendinê ye ji bo zar û zêçan. Ev, bivê nevê ye. Ya na em ê her gazinker û lomekar bin.
Mesela di vî barî de Weþanxaneya Hîva, Weþanxaneya Morî û Zarok TV, mesele xweþ danîn, lê Kovara Wêneromanî GOG´ê teþxîs ji binî ve danî. Tiþta ku heya niha nehatibû kirin, kir. Ne bi temamî zarok mehkûmî xwendinê, ne jî bi temamî mehkûmî dîtbariyê kir. Îþaret bi sekanseke girîng, bi yekîtîya metnê/tekstê û wêneyî/resmê kir. Ji lew re bîrbirin û têgihana dîtbarî, ji zarokatiyê ve qewî dibe. Zarok bi têgihana xwe ya dîtbarî pêwendiyê bi derdorê, bi cîhanê re datîne. Helbet zarok heya wextekî nikare bi tena serê xwe cîhana derveyî, tiþta heyberî û tiþta subjektîf ji hev derxe. Bi rêya zimên û têgihan, bûyer û qewimînên dîtbarî ji hev derdixe û bi vê jihevderxistinê hay ji cudatiyên navbera wan çêdibe. Îja ji bo xwendin û nivîsîn li ber dilê wan xweþ bibe û dilê wan bibije xwendinê, pêdivî bi keresteyên bi vî rengî û xwedîderketin û berbelavkirina wan heye. Ev kereste wê me ji gilî û gazinan jî xelas bikin û wê nehêlin em xiyalþikestî bibin.
Helbet, ez nabêjim, li warê me þert û merc tev de "caeteris paribus"** in. Lê ji me giþan eyan e, heger em di vî barî de, hinekî þertan neþidînin û zend û bendan banedin, çend nifþên din jî wê têkevin ber vê kula reþ (biþavtinê) û herin. Em ê bi hisreta gilî û gotineke Kurdiya Reþ bin. Tew vê carê belkî bera jî li gotinên xwe yên jorê poþman bibim û bibêjim: "Kanî gilihvanî? Bi qurbana te û wî zimanî, te ev kurmanciya delal ji ku anî..."
* Çel li biwêja "deng olanî" dike.
** Caeteris paribus biwêja Latînî ye bi maneya "tiþtên din hemû weke hev in".
15.03.2021, Yenî Ozgur Polîtîka