Di kûpayên welatan de vê hefteyê
Diyarname
Li Îngilistan, Tirkiye, Îtalya, Spanya û Almanyayê dema maçên kûpayên kûpayên lîgê diyar bûn. Li Tirkiyeyê îro û sibê, li Îngilistanê dawiya vê hefteyê têne lîstin..
ÎNGILISTAN
Li Îngilistanê vê hefteyê maçên FA CUP'ê hene. Di maçên çarîk fînalê de 20'ê mehê saet 15.15'an de Bournemouth dê Southamptonê bike mêvan. Heman rojê saet 20.30 de jî dê Everton û Manchester City bên hemberî hev.
Roja 21'ê mehê jî saet 16.30 de dê Chelsea Sheffield Unitedê bike mêvan, heman rojê saet 20.00'an de jî dê Leicester City û Manchester United bi hev re bilîzin.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.
Li aliyê din li Îngilistinê Kûpaya Lîgê jî heye. Di vê tûrnûvayê de Manchester City û Tottenham derbasî fînalê bûbûn. Maça wan dê roja 25'ê avrêlê bî lîstin.
TIRKIYE
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de maçên nîv fînalê îro dest pê dikin. Maça yekem îro di navbea Beþîktaþ û Baþakþehîrê de ye. Maç saet 20.45'an de tê lîstin û A Spor yekser diweþîne. Beþîktaþ ji sala 2011'an ve nikare vê kûpayê bi dest bixe. Dawiya hefteyê Beþîktaþ û Baþakþehîrê di maça lîgê de lîstin, Beþîktaþ bi 3-2 bi ser ketibû.
Maça din a nîv fînalê di navbera du tîmên Antalyayê Antalya Spor û Alanya Sporê de ye. Maça wan sibê (17'ê mehê) saet 20.45'an de dê bê lîstin.
Fînalîstê yekemîn Beþîktaþ e
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de maça yekemîn a nîv fînalê di navbera Beþîktaþ û Baþakþehîrê de hat lîstin. Beþîktaþ bi 3-2 bi ser ket û derbasî fînalê bû.
Li ser navê Beþîktaþê di deqîqeya 17'an de Vincent Aboubakar û di deqîqeya 22'Yan de Domagoj Vida gol avêti û nîveka yekemîn bi 2-0 bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de vê carê li ser navê Baþakþehîrê Deniz Turuç di deqîqeya 60'î de, Giuliano di deqîqeya 77'an de gol avêt û maç bi 2-2'yan bi dawî bû. Maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû û di deqîqeya 102'yan de Beþîktaþ bi gola Cyle Larin bi 3-2 derket pêþ. Dûre qet deng ji golan nehat û maç bi vî awayî bi dawî bû. (Ev paragraf piþtî bi dawîbûna maçê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
Fînalîstê din di maça Antalya û Alanya de diyar bibe.
ÎTALYA
Li Îtalyayê di Coppa Italia de mehan bori Atalanta û Juventus derketibûn fînalê. Maça wan a fînalê dê 19'ê meha gulanê bê lîstin.
SPANYA
Li Spanyayê di Kûpaya Qral de tenê maça fînalê maye. Athletic Bilbao û Barselona derketibûn fînalê. Roja 17'ê avrêlê ji bo kûpayê ewê bi hev re bilîzin.
ALMANYA
Li Almanyayê maçên kûpaya lîgê ku bi navê "DFB-Ligapokal" derbas dibe 3 maçên çarîk fînalê 2 û 3'yê vê mehê hatin lîstin, yek maye. Di van maçan de Borissia Dortmun û Hostein Kiel derbasî nîv fînalê bûn. RB Leipzingê jî Wolsburg têk bir û derbasî nîv fînalê bû. Maça çarîk fînalê ya mayî di navbera Jahn Regensburg û Werder Bremenê de ye. Maça wan dê 7'ê meha pêþiya me bê lîstin; kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê RB Leipzingê.
Li vê tûrnûvayê maçên nîv fÝnalê dê rojên 1 û 2'yê gulanê bêne lîstin.