Dilop li ser 'Bê zimanê zikmakî mayîn û Biyanîbûn'ê disekine
Diyarname
Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weþanê dike bi hejmara xwe ya 19'an, a adar-avrêlê li pêþberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Bê zimanê zikmakî mayîn û Biyanîbûn'"ê disekine. Bulent Kuçuk û V. Metîn Bayrak li ser mejarê diaxivin.
Ji nivîsên kurdî Ozan Serhedî bi sernavê "Di klamên Þakiro de erotîzma veþartî" nivîsek amade kiriye. Ew wisa dibêje, "Naveroka kilaman piranî pesindayîna bedewbûn, delalbûn, nazikbûn û xweþikbûna keçikê, xweþikbûna dev û lêv, çav û birî, por, poz, diran, dest, tilî, bejn û bala keçikê ne. Me di gelek kilaman de jî dît ku dema dengêj pesnê bedewbûna keçikê dide, di wir de behsa memikên
keçikê jî dike û ev jî dibe sedema erotîzmeke veþartî.
Ji nivîsên tirkî Mehmet Bayrak bi sernavê "Yaþar Kemalê Efsanevî" nivîsa xwe pêþkêþ kiriye.
Di vê hejmarê de sê hevpeyvîn hatine kirin. Ronî Nasirkaya ligel parêzer Ayhan Erkmen hevpeyvînek kiriye. Erkmen ku Þaredarê Bajaroka Dagpinar a Dîgora Qersê bû, niha bi ser youtube re li ser dîrokê vîdyoyên kiþandine diweþîne. Mela Mihyedîn jî ligel wênesaz Xelef Diljan hevpeyvînek kiriye. Îbrahîm Karaca jî ligel Ragip Încesagir hevpvyînek kiriye.
Bariþ Avþar, Sezaî Sarioglu, Çîdem Baran, Bulent Gedîk, Bengî Berfîn Odabaþi, Recep Maraþli, Savaþ Yadirgi, Veysi Ulgen, Îbrahîm Gênç, Þeyhmus Dîken bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Arjen Arî, Cemal Sureyya, Mela Ehmedê Namî, Mesut Alp, Hejar Mukriyanî hatine weþandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Telefon: 0543 488 69 96
E–mail: dilopdergisi@gmail.com