Angelina Jolie tabloya Churchillî bi 11.5 mîlyon dolarî firot
Diyarname
Di dema Þerê Cîhanê yê 2'yemîn de Serokwezîrê Îngilistanê yê wê demê Winston Churchill li Fasê tabloyeke çêkiribû. Ew tablo niha bi 11.5 mîlyon dolarî hat firotin.
Churchill tablo di rêbendana 1943'yan de, di dema Konferansa Kazablanka de temam kiribû. Navê tabloyê "Tower of the Koutoubia Mosque" ye. Serokwezîrê Îngilistanê Churchill ew tablo diyarî Serokdewletê DYA'yê yê wê demê Roosevelt kiribû. Piþtî mirina wî kurê wî ew tablo firotibû. Angelina Jolie û Brad Pitt tablo kiribûn û Pitt ew tablo diyarî Jolie kiribû. Dema di sala 2016'an de her du ji hev veqetiya bûn meseleya mîrateyê bûbû sedema nîqaþê.
Jolie Family Collection tablo derxist mezatê û tablo bi 11.5 mîlyon dolarî hat firotin. Kesê/a tablo girtiye nexwest navê wî/ê bê eþkerekirin.
Mehek berê hatibû eþkere kirin ku tabloyê dê derxin mezatê û texmîn ew bû dor 3 mîlyon dolarî bê firotin lê zêdetir hat firotin.