PEN'a Galî 'Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî' da Çomak
Diyarname
Helbestvan Îlhan Samî Çomak ev 27 sal in girtî ye. Niha PEN'a Gal'î Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî da Çomak. Seroka Pen'a Galî Elfyn nameyeke þand.
Li gor nûçeya Suna Alan a di Bianetê de Seroka PEN'a Galî Menna Elfyn ji bo vê yekê nameyeke þandiye û wisa gotiye, "Bi dilxweþieyeke mezin ez radigihînim ku PEN'a Galî we vedixwîne Endamtiya Rûmetê ya Navneteweyî ya PEN'a Galî. Me bi yek dengî biryar daye ku em xebatên we binasin."
PEN'a Norwecê û PEN'a Galî ji bo dayîna endamtiya wî û ji bo pîrozbahiya rojbûna wî 8'ê adarê li gor saeta Tirkiyeyê saet 20.00 de çalakiyeke online ya muzîk û helbestê li dar bixe.
Çalakî dê bi strana Suna Alan "Dargerînok" ku ji bo Nudem Durak û hemû girtiyên polîtîk çêkiribû dest pê bike, paþê dê Þêwirmenda PEN'a Norwecê ya Tirkiyeyên Caroline Stockford biaxive. Di çalakiyê de dê stran û helbest bên xwendin. Her wiha dê peyamên ji bo rojbûna wî jî bêne xwendin. Ji bo beþdariyê: caroline@norskpen.no
Îlhan Samî Çomak kî ye?
Helbestvan Îlhan Samî Çomak helbestvanekî kurd e, di sala 1994'an de li Karliovaya Çewlighe hatiye dinê. Di sala 1994'an de dema li Stenbolê xwendekarê Beþa Fakulteya Erdnîgarî ya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê bû hatiye girtin. Piþtî îþkenceyên 16 rojan hatiye girtin. Di sala 2007'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku ew wekî adilane nehatiye darizandin.
Çomak li girtîgehê 8 pirtûkên helbestan nivîsandine.
Pirtûka wî ku ji nivîsên wî pêk tê bi navê "Karinca Yuvasini Dagitmak" îsal dê ji Weþanên Îletîþîmê derkeve.