Xebata ji bo zarokan li benda alîkariyê ye
Diyarname
Ma Muzîk li Amedê li ser kar û barên muzîkê xebatê dike. Ma Muzîkê niha projeyeke amade kiriye û ji bo dersê bide zarokên temen 0-5 salî pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Kampanya bi ser bikeve ewê bi zimanê zikmakî perwerdehiya muzîkê bidin zarokên temen ji 0 heta 5 salî. Ji bo vê yekê pêdivî bi 220 hezar TL heye û heta 7'ê adarê kampanya bi dawî dibe.
Heta niha nîvê pereyan hatiye berhevkirin lê gelek maye. Ew li benda alîkariya her kesî ne.
Kampanya bi ser "fongogo" re hatiye dest pê kirin û yên bixwazin dikarin alîkariyê bikin.
Ji bo yên nizanin: Komek muzîkarên kurd di sala 2016'an de di bin Banê Þaredariya Bajarê Mezin de dest bi xebatkê kirin. Wê çaxê Konservatuara Aramê Tîgran ava kirin û xebata xwe domandin lê piþtî ku Kayûm þandin ser þaredariyê xebata wan jî belav bû. Paþê wan muzîkaran Ma Muzîk ava kirin û bi derfetên kêm xebata xwe domandin. Niha jî dixwazin mekana xwe xweþiktir bikin û xebata xwe ya ji bo zarokan bidomînin.
Lînka kampanyayê ev e:
- ZAROK MA