Ji ber pirtûkê ceza li Mahmut Alinak birîn
Stenbol
Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak herî dawî bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” pirtûkek nivîsî bû, niha ji ber vê pirtûkê dadgehê salek û 6 meh cezayê hepsê lê birî.
Ji ber naveroka pirtûkê dadgehê doz li Alinak vekiribû. 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ceza li Alinak birî. Di daniþîna 5'emîn ku li dar ket ne Alinak û parêzerê wî li dadgehê ne amade bûn û bêyî wan dadgehê ceza li Anilak birî.