• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçe

Ji bo ziman kampanyaya îmzeyan dest pê kir

Dîrok : 22 02 2021 | Beþ :

Nûçe

Amed

Tora Ziman û Çandê û Platforma Zimanê Kurdî çend roj berê ragihandibûn ku wan Komîsyana Ziman ava kirine û ev komîsyon ji bo Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî dê dest bi berhevkirina îmzeyan bike. Ji ber ku roja 21'ê Reþemî Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê rastî dawiya hefteyê dihat û li Tirkiyeyê dawiya hefteyê qedexeya derketina derve heye, îro start hat dayîn. Ji bo startê li oteleke ya li Sûra Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên DBP'ê Keskin Bayindir û Saliha AKdenîz, Serokê KKP'ê Sinan Çiftyurek, ji Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-B) Serhat Bucak, Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aþtî, Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel,

Serokê PAK'ê Mustafa Ozçelîk, Serokê PArtiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç, nûnerên saziyan, nivîskar di civînê de amade bûn.

Daxuyaniya kampanyayê ji aliyê Hevserokê HDP'ê Mithat SAncar ve hat xwendin.

Ev e daxuyaniya ku hate xwendin:

“Hûn hemû bi xêr û xweþî hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Bi rastî ez îro hem gelek kêfxweþ im, hem jî gelek xemgîn im. Xemgîn im çimki, li Tirkiyeyê hîn jî asîmîlasyon dewam dike, talûkeya li ser zimanan dewam dike. Kêfxweþ im çimkî qedexe û asîmîlasyon hebe jî, têkoþîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Ev cihê serbilindiyê ye. Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têkoþîn dike, bi dil û can pîroz dikim, silav dikim. Bi vê munasebetê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya hemû gelan, hemû zimanan pîroz dikim.

Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiþtan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiþtan. Em îro vê rastiyê li her derê dibînin. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Belê fîlozofekî mezin dibêje 'zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin'.

Ev tiþtê ku ev fîlozof behs dike, îro rastiya zimanê dayikê careke din derdixe pêþiya me. Wekî hûn dizanin, ez Ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji kolanan û ji nav malê elimîm. Ez Kurdî jî ji kolanan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û kolanan dielime. Gelên din jî, Ereb, Siryan, Laz, Çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeþîne.

Mirov zimanê dayikê ji gotinan dielime, lê lazim e ew ziman di qanûna esasî de bê naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Zimanê dayikê neyê naskirin û qebûlkirin, ew ziman nikare bijî. Ev rastiyek e. Kurd zimanê xwe ji kitabên gramerê naelimin, ji gotinan, ji bav û kalên xwe dielimin, lê mixabin îro talûkeyeke mezin li ser zimanê wan heye. Ne tenê li ser Kurdî, li ser gelek zimanan heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya wî, hem hebûna wî hem jî xwebûna wî ye. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe.

Belê mêvanên ezîz, îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo têkoþîna zimanê dayikê rojeke tarîxî û sembolîk e. Di sala 1952’yan de gelê Bengalê xwest ku zimanê wan bê naskirin, qebûlkirin. Ji bo azadiya zimanê xwe, derketin kuçe û sikakan, dengê xwe bilindkirin. Lê ev daxwaza wan a însanî, qanûnî û heq nehat qebûlkirin. Êriþ û zilmeke mezin li wan hat kirin, gelek kes hatin kuþtin. Di sala 1999’an de UNESCO’yê ev berxwedan û têkoþîna gelê Bengalê esas girt û ew roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ev biryara UNESCO’yê dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Gelek qanûnên navneteweyî dibêjin ku gerek zimanê dayikê bê parastin.

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoþîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoþîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê Kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên Kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin.

Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûþ û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoþîna wan a ji bo zimanê Kurdî, îro jî dewam dike. Di vê têkoþînê de ez serkeftinê ji her kesî re dixwazim ku ji bo zimanê xwe têkoþîn dikin. Em HDP em jî ji bo Kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Înþallah em ê bi hev re têkoþîna ji bo zimanên xwe bilind bikin. Înþallah em ê bi hev re bi ser bikevin. Ez gelek spas dikim ji bo we, bi rastî jî gelek kêfxweþ im ku îro li vê derê bi we re me. Spas û serkeftin.”

Piþtî daxuyaniyê Hevserokê HDP'ê Mithat SAncar û heyeta pêre ji Demîr Otelê heta serê Kolana Balikçileran meþiyan. Gel bi çepik û tilîliyan pêþwazî li wan kir. Li ber Ulu Camiyê Sancar ji bo gel axivî û got ku ew ji bo hemû zimanan edelatê dixwazin.

Komîsyonê ragihand ku ew dê bi ser mîlyonek re îmzeyan berhev bikin.

 

 


-Nûçeyên Eleqedar:

- Dawiya hefteyê çalakiyên ji bo ziman

- 
Xebatên ji bo Roja Ziman ên îro hatin kirin (19.02.2021)

- 5 saziyan ji bo Roja Ziman daxuyanî da 

- Sedî 33,4: Divê mafê Perwerdehiya Ziman bê dayin û bê parastin

- Hedefa Komîsyona 21’ê Reþemiyê mîlyonek îmze ye 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Jina Îsmaîl Beþîkçî Leman Beþîkçî mir

Jina Îsmaîl Beþîkçî Leman Beþîkçî mir

13 04 2021

Li bajarên kurdan serokên nû yên baroyan hatin hilbijartin

Li bajarên kurdan serokên nû yên...

11 04 2021

Rêveberiya nû ji bo Komeleya Birca Belekê hat hilbijartin

Rêveberiya nû ji bo Komeleya Birca...

11 04 2021

Helbestvan Dilzar di temenê 101 salî de koça dawî kir

Helbestvan Dilzar di temenê 101 salî de...

10 04 2021

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname