Desteya Aborî ji bo çareserkirina aloziya nan li herêma Cizîrê plan danî
Medya HENAN / Qamiþlo / ANHA
Di demên dawîn de li bajarên herêma Cizîrê aloziya peydakirina nan derket. Hin firinên taybet xebata xwe sekinand û bang li Rêveberiya Xweser kir ku tûrê “nanê siyahî" ji 500 lîreyên Sûrî bikin 800 lîre. Vê yekê jî yekser bandor li jiyana þêniyan kir.
Ji sedemên derketina aloziya nan li herêmê Cizîrê, li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê ku desteyê bi du aþên li taxa Tey a bajarê Qamiþloyê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Þamê de ye, li hev kir, lê piþtî aloziya ku ji aliyê hêzên hikumeta Þamê ve di 2`yê Çileyê/Rêbendanê de derket, desteyê lihevkirin bi dawî kir û bi hin aþên din ên li bajarê Hesekê re li hev kir.
Sedema duyemîn ku hin firneyên herêma Cizîrê xira bûn, her wiha daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar.
Her wiha dorpêça li herêmê astengiyan li pêþiya Desteya Aborî û Çandiniyê çêdike ku piraniya parçeyên firin û aþan ji derve bi dolar dikirin.
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediya Elî diyar kir ku desteyê dest bi sererastkirina firinên li herêmê kir, her wiha aþan jî sererast dike û destekê dide wan.
'5 FIRIN Û AÞEK DÊ WERIN AVAKIRIN'
Hediya Elî wiha domand: "Niha li herêma Cizîrê 5 firin têne avakirin. Amadekariyên avakirina aþekî ku dikare rojane nêzî 150 heta 200 ton ard derxe, tê kirin û dê kargehek taybet ji bo xemîrê were avakirin."
Hediya Elî destnîþan kir ku desteyê xeta 4`an di firina Qamiþlo de çêkir, rojane 37 ton nan çêdike, her wiha belavkirina nan bi rêya kolebeyan çêdibe da ku nan li tevahî herêmê were belavkirin û zextê ji ser firinên giþtî kêm bike.
Hediya Elî diyar kir ku niha deste planekê der barê mekanîzmaya xebata firinên siyahî (firinên taybet) ji aliyê rêxistinî ve datîne û wiha domand: "Deste her kîsekî ard dide firinên siyahî bi 30 hezar lîreyên Sûriyê. Armanc jê ku nirxê tûrê nan 500 lîre bimîne."
Di dawiyê de hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediya Elî got firinên nû, aþ û kargeha xemîrê di nava çend mehan de bikevin xizmetê.