Çapa nû ya 'Ferhenga Navincî' derket
Diyarname
Ferhenga navincî ku ji aliyê Zana Farqînî ve hatibû amadekirin çapa xwe ya nû kir.
Zimanzan Zana Farqînî di sala 2000'î de ferhenga mezin amade kir û ji Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Di ferhengê de 32 hezar serê madeyê, bi giþtî 60 hezar peyv hebûn weþand. Paþê Farqînî ev xebata xwe firehtir kir û di sala 2004’an de jî wekî Ferhenga Mezin a Kurdî "Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî" amade kir û weþand. Di vê ferhengê de jî 166 hezar made hebûn. Piþtî vê di sala di sala 2007’an de Farqînî ferhengek Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî ya navîncî amade kir û ev jî ji nav Weþanên Enstîtuya Stenbolê derket. Ji ferhenga mezin cudatir ev ji bo di çenteyan de bikaribin bigerinîn, Lê binêrin û jê sêde bigirin hat amade kirin. Ji wê rojê de heta niha ferhengê çend çapên nû kirin û giha ber destên xwendevanan. Niha jî bi çapa xwe ya nû li pêþberî kurdîhezan e.
Di vê ferhengê de di beþa kurdî-tirkî de 29 hezar û 600 made û 500 jî berdewamiya madeyan hene. Di beþa tirkî-kurdî de jî 23 hezar û 250 made û 9 hezar û 500 jî berdewamiya madeyan hene.
Yên bixwazin dikarin ji Komeleya Lêkolînên Kurdî ku navenda wê li Stenbolê ye û ji belavkarên pirtûkan vê ferhengê bi dest bixin.
Ji bo têkilî:
komelekurdi2017@gmail.com Tel: (0212) 621 8200
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.