‘Seta êzdiyatiyê’ wekî 5 pirtûk derket
Diyarname
Weþanxaneya Na bi navê “Seta Êzdiyatiyê” 5 pirtûkên li ser êzîdiyan derxistin ku ji aliyê nivîskar Kemal Tolan ve hatine nivîsandin. Set bi temamî ji 1500 rûpelî pêk tê û hemû bi kurdî ne.
Kemal Tolan ev demek dirêj e li ser êzîdîtî dixebite, lêkolînan dike û dinivîse. Û ev xebata wî niha bi 5 pirtûkan li ber destan e. Di pirtûkan de gelek dokument, dîroka veþartî mayî, serpêhatî, urf û edetên êzîdî , zargotin, çîrokên ku þopên êzîdî di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine. Bi van pirtûkan ji gelek aliyan ve êzîdî têne ber çavên xwendevanan.
Yek ji taybetiya vê setê û ya muhîm jî ew e ku beþek mezin a vê xebatê ligel þahid û kesên êzdî, yên li qada xebatê, li bakur, baþûr, rojhilat, rojava û Ewropayê hatiye berhevkirin û sazkirin. Bi vî awayî gihîþtiye agahiyên rastir. Di van pirtûkan de bersiva pirsên wekê “Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?”, “Êzdiyatiya Berî Dema Þêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?”, “Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?”, “Mîrgehên Êzdiyên ên li bakur, baþûr, rojava”, “Xwedan, Ocaxên û Sembolên Êzdiyan?”, “Rewþa Êzdiyan a îro?” û “Rewþa Êzdiyan a demografik?” tê dayîn.
Pirtûkên setê ev in:
1-Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê – I –
2-Nasandina Kevneþopên Êzdiyatiyê – II
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku þahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan