Ji Xorasanê gotinên pêþiyan hatin
Diyarname
Van salan her ku diçe zêdeti gotinên pêþiyan têne berhevkirin û çapkirin. Niha yeka din çap bû ku gotinên pêþiyan ên Xorasanê ne.
Pirtûka "Gotinên Pêþiyan Ji XOrasanê" ji aliyê Weþanên Wardozê ve hat weþandin û pirtûk ji aliyê Gulê Þadkam ve hatiye berhevkirin. Ji bo dîtine dor 2 hezar gotinên pêþiyan ên ji Xorasanê çavkaniyeke hêja ye.
Kurdên Xorasanê ji gotinên pêþiyan re dibêjin "Mesel". Amadekara pirtûkê Gulê Þadkam li ser vê yekê wisa nivîsiye, "Di karê xwe de 'mesel gerandin' û gava kesek meselekê bi kar tîne dibêje 'meselek xwe gerand'. Mesel, yek yan çend hevok in ku xelk di gotinên rojane de wekî þîret, agahî, qanûn û norm, bi kar tîne ku bikaribe mebesta xwe bi ronahî û kurtahî bigihîne. Mesel, berhema zanist û ezmûnên civakê ne."
Berhevkar Gulê Þadkam sala 2005'an ve dest bi vê xebatê kiriye. Wê demê dema carek diçe bajarê Aþxanê ku li bakurê Xorasanê ye ev fikir di serê wê de çêdibe û dest bi xebatê dike. Her berhev dike ku hejmara wan digihîje 2700'î lê paþê hinak jê dineqîne û pirtûkek ji 2 hezar gotinan jê pêk tîne.
Li gor nivîskar ragihandiye li Xorasanê çend devok hene û piranî ferqa wan di daçekan de ye. Nivîskar jî gotin li gor devoka wan nivîsandiye. Her wiha piþtî her gotina pêþiyan þiroveya wê hatiye pêþkêþ kirin. Di dawiya pirtûkê de jî ferhengokek ji peyvên kêm têne zanîn hatiye amadekirin.
Çend gotinên ji pirtûkê
Ji bo dîtina hin ji gotinên pêþiyan ên Xorasanê me çend tevî þiroveyên wan jê hilbijartin:
- Adem bixwe gûyê pelawxuran ne yê fitnexuran! ("fitnexur" di wateya parsek de)
Eger mirov dixwaze ku bikeve bin mineta kesekî, bila ew kes têr be, dara be.
- Berê yekê rû li mala yêkê ye!
Herî her derê jî gerek axir vegerî mala xwe
- Can nê dinê, mal tê dinê.
Tenduristî ji hemû tiþtî girîntir e. Ew here nayê.
- Çav û çira, bav û bira!
Li ser qed û erziþa bav û birayan hatiye gotin. Bav û bira bi qîmet in.
- Derî xelkê lê mexin!
Azar megihînin xelkî, wan aciz nekin ku hûn jî aciz nebin.
- Gepan li pirîyê mexin!
Li ser tixtekî pir neaxivin bila dijwarî çênebe.
- Her çiqe dûr î, gul û nûr î!
Gava mirov ji hev dûr bin têkiliya wan baþtir e.
- Kelê mirde sar e!
Gava kesek dimire, zû ji bîr dibe. Û xema wê/î xilas dibe.
- Mal qilêra destan e, geh dihere geh tê!
Carna mal bi destî tê, caran jî ji destî dere, mirov divê ku pir lê dil nede.
- Nanê mêran bê minet e!
Mirov baþ gaa nan dide kesekî lê minet nake.
- Postê nîrî kes nake meþk!
Mirov divê karê bementiq neke.
- Serê bêeql kedîyê (di wateya "Kundir" de) wetal in.
Serê mirovê bêaqil wekî kundirê vala ye.
- Xew û mirin wekî hev in!
Xew wekî mirinê ye.
**
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
JI BO PROMOSYONÊ NAVNÎÞANEKE NÛ