HDP'ê banga hilbijartina dersa kurdî kir
Diyarname
Li dibistanên Tirkiyeyê dersa kurdî (bi zaravayên kurmancî û zazakî) derseke hilbijêr e, zarok dikarin dersê hilbijêrin lê heta niha encamek baþ nehatiye girtin. Îsal dîsa dema hilbijartina wê hat kurd ketine nava hewldanê. HDP'ê jî banga hilbijartina kurdî li malbatan kir.
Ev çend sal in li dibistanên Tirkiyeyê zarokên diçin pola 5'an dersan hildibijêrin. Di nav "Dersên Bijartî" de dersa kurdî (bi zaravayên kurmancî û zazakî) hene. Her çiqas li hin deran heta niha zarokên kurdan ev ders hilbijartine jî encam nehatiye girtin. Ji ber ku sedemên wekî "bi têra xwe nehat hilbijartin", "Mamoste nîn in" yan jî tiþtên din nîþan didin û berê zarokan didin dersên olî.
Îsal roja dawî ya hilbijartina vê dersê 22'yê vê mehê ye. Ev çend roj in li ser tora civakî banga hilbijartina dersên kurdî tê kirin. HDP'ê jî duh bi daxuyaniyeke bang li malbatan kir ku dersên kurdî hilbijêre. Daxuyanî bi îmzeya Berdevkên Komîsyona Perwerdehî ya HDP'ê Dersîm Dag û Salîm Kaplan hat belav kirin û wisa hat gotin; "Li hemberî zordariya li ser kurdî devê têkoþîneke hevpar bê dayîn û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî divê em têkoþînê bilind bikin. Banga me ji bo hemû dê û bavn e. Ziman3e kurdî di nav kategoriya zimanên di talûkeyê de ye û mixabin ev talûke hê heye. Ji bo pêþeroja me û ji bo zarokên me divê em dersa bi kurdî hilbijêrin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew wekî rêgez fikra "ders li ser daxwazê ne" qebûl nakin û dixwazin kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û divê de bi israr in.
Di daxuyaniyê de rexne li helwesta dewletê ya ku mamosteyên kurdî nagire ders jî hatiye kirin û ev dane hatine parvekirin: "Di sala 2012'yan de li hin zanîngehan di bin navê 'Ziman û zaravayên dijîn' beþên ji bo kurmancî û kirmanckî/zazakî hatin vekirin. Sala 2014'an 17 mamosteyên kurdî girtin kar, lê di sala 2020'an de tenê kesek girtin kar. Heta niha 2 hezar mamoste ji van beþan mezûn bûn. Her sal di hejmara tayînkirina mamosteyan de kêmbûn çêbûye, lê di xweqeydkirina dersên kurdî de kêmbûn çênebûye. Di sala 2014'an de li 28 bajaran 30 hezar xwendekarî dersa kurdî hilbijartiye. Di sala 2015-16'an de li gor daneyên Wezareta Perwerdehiyê 80 hezar xwendekarî ji bo kurdî serî lê daye. Ligel ku hejmar zêde dibe jî dewlet mamostyên kurdî nagire kar."