Ferhengeke vegera li kokên xwe
Rêdûr DÎJLE
J.J. Campbel, di "Mîtolojiya Dêrîn" de, bal dikiþîne ser bivênevêbûna mîtolojiyê û dibêje, "Tu civata mirovan tune ye ku di rê û resmên xwe de li dor motîfên mîtolojîk neçûbe, tu civat tune ye ku bi kahîn, hozan, teolog û feylezofên xwe motîfên mîtolojîk þirove nekiribe; di stran û kilamên xwe de ew nepesinandibin û di xewn û xeyalên xwe de yên ku jiyanê zexim dikin, neceribandibin."
Modernîteya kapîtalîst, ji roja ku xwe noqî tar û terîþkên candaran kiriye û ew mendehoþ kirine, mudaxeleyî gelek waran kiriye. Pê re pê re, hundirê gelek tiþtan qewartiye û berteng kiriye. Yek ji van jî vegera li kokên xwe, xewn û xiyalên jiyanê zexim dikin, rêbaza ravekirina heqîqetê, mîtolojî ye. Modernîteyê hîs û pêjna wê jî tecrîd kiriye û ew kiriye qurbana rêbaza zanistî.
Bi destê pozîtîvîzmê, wê ew di qadeke berteng, qadeke "metafîzîk" de asê kiriye û îtibara wê binpê kiriye. Hêla wê ya ku xwe dispêre jiyanê, hêla wê ya hawirdorparêz, azadîxwaz, nedetermînîst û hêla wê ya ji bo biberketina heqîqetê pûç kiriye. Biberketina "heqîqetê" bi pirranî spartiye rê û dirba zanistî. Ev bêîtibarkirina ku bi destê rêbaza zanistî hatiye kirin, kiriye ku esehiya rasteqînî û heqîqeta dîrokî ya li paþperdeya mîtolojiyê dejenere û manîpule bibe. Bi vî hawayî pêþî li ber biberketina çand, bawerî û kevneþopiyê girtiye. Ev bêîtibarkirin di heman demê de, bîr û hafizeya mirovan jî mehkûmî feraseteke analîtîk û matematîkî kiriye. Li gor felsefeya exlaqî-polîtîk, ev feraset, li "dijî jiyanê ye", pêjn û hîsên candaran ku hemû tiþtên derbarê jiyanê de di xwe de dihewînin, paþguh kiriye.
Lê belê, Ramazan Çeper, li gor derfetên xwe hewl daye ku li dij vê bêîtibarkirinê rol û rista mîtolojiyê ya esil û xweser cardin lê bar bike, guhartin, tehrîfat û berevajîkirina di mîtolojiya kurdî de tespît bike.
Çeper, di Ferhenga Mîtolojiya Kurdî de, bîr, bawerî û çanda proto kurdan merhale bi merhale heya roja îroyîn destnîþan kiriye, bandora wê ya di þikilgirtina hebûna civakiyî ya kurd de eþkere kiriye. Wî ev yek di çarçoveya þaxên mîtolojiyê; teogonî, kozmogonî, antropogonî û eskatolojiyê de li gor sê metodên sereke kiriye. Metoda ewil, navên mîtolojîk an jî di çarçoveyeke çanda aktuel de esasgirtina qewimînan; metoda diduyan dîrok û metoda sisêyan jî di çarçoveyeke analojîk de esasgirtina qewimînên mitolojîk de.
Helbet gava ev tiþt kirine, pêwendiya çand û mîtolojiya proto kurdan a bi çand û baweriyên gelên din re jî baþ îþaret kiriye. Yanî Çeper, ferhenga xwe di “homojenbûnê” de nefetisandiye. Ji xeynî vê, mîtolojiya kurdî di sînorekî bîr-baweriyê de asê nekiriye, pêwendiya wê ya bi tib, zanist û astrolojiyê re jî eþkere kiriye. Ji bo vê dermanê bi navê Zelanî ku niha di tiba modern de tê bikaranîn, wekî nimûne nîþan daye û gotiye, ev derman, navê xwe ji navê qiralê kurd Mîtrîdates û xwedawend Mîtra girtiye. Li gel vê, ji bo navê komstêra Siryus û Virgo jî gotiye ku navê xwedawendên Mazdaîzm û Hurriyan e. Ji bo navlêkirina vana û gelek tiþtên din jî baweriyên proto kurd referans nîþan dane.
Di Ferhenga Mîtolojiya Kurdî de tê dîtin ku gelek mîtên dema Medan hatine tehrîfkirin û daxilî nav mîtolojiya farisî hatine kirin. Çeper, diyar kiriye ku Avesta jî nesîbê xwe ji vê pêvajoyê girtiye û navê “Zend Avesta” lê hatiye kirin. Halbûkî têgiha “Zend Avesta” ji têgiha “Zenda” ya di Avestayê de hatiye darijtin û wateya wê “a ku þaþ þîrove dike” yanî “Avestaya þaþ” bixwe ye. Çeper, destnîþan dike ku di sererastkirinên sedsala 8’an de di beþên bi navê “Zend” de tehrîfat û xerakirineke mezin hatiye kirin û gelek mijarên aîdê Medan, adapteyî çand û edetên farisî hatine kirin.
Her wiha Çeper, ji bo barê xwendevan sivik bike beþeke “çavkaniyê” jî li ferhenga xwe bi keys kiriye. Kîjan navên mitolojîk ji kîjan çavkaniyê hatibin referekirin, bi çavkanî diyar kiriye. Bi vê xwestiye ku pêþî li ber þiroveyên spekulatîf bigire. Her wiha di nivîsandina ferhengê de awayekî akademîk esas girtiye û agahiyên hatine derpêþkirin jî spartine çavkanî û referansên berbiçav.
*Ramazan Çeper, di sala 1998’an de hatiye girtin û di sala 2004’an de hatiye berdan. Di sala 2006’an de cardin hatiye girtin û niha di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F’yê de ye.
*Kurt Mitolojisi Sozlugu, Ramazan Çeper, Weþanên Aryen, 2020; 2017'an tevî Kamuran Yîtîk jî wî Ferhenga Mîtolojiya Kurdî nivîsand û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî ew weþand.
17.01.2021, Yenî Ozgur Polîtîka