Kê Zozan kuþt?
Maþallah DEKAK*
Li bajarê Rihayê her sal ji deh kesan zêdetir jin û mêr, keç û kur ji ber þerên li ser zeviyan têne kuþtin. Þerê li ser zeviyan li vî bajarî birîneke xedar e ku kew negirtiye. Bi kameramanê xwe Þakir Uygar re, ji bo çêkirina nûçeyek li ser vê pirsgirêkê me berê xwe da Rihayê. Me dixwest bi çêkirina nûçeyek, di civakê de hiþyariyek çêbikin. Hema çend kesan jî vê nûçeya me temaþe bikira û xwe ji þerê xal û xwarzan, ap û birazan dûr bigirta, ev ji bo me serkeftineke baþ bû. Ji bo ku em bizanibin ke ev pirsgirêk ji ber çi diqewime û çima kurd ji ber metrekareyek zevî hev dikujin, me berê xwe da ba parêzerekî ciwan. Gotin li ser gotinê zêde bûn. Parêzer qala ensesta li Rihayê, bikaranîna rêjeyeke zêde ya madeyên hiþber û pirsgirêka civakî ya ciwanan kir. Dema ku qala dosyayek li ber destê xwe kir, min xwe di nava senaryoya fîlmekî trajîk de dît. Mûyên laþên min rabûn, xwêdaneke pir zêde da piþta min. Min hîs kir ku cilên ser min ji ber xwêdanê di nava avê de mane. Ez ê navê kesên di dosyeyê de nedim. Lê di vê nivîsê de hûn ê fêm bikin ka ocaxa malbatek çawa hatiye tefandin û koka malbatek çawa hatiye rakirin.
Ji ber ewlehiya malbatê, em ê navê Zozan li keçikê bikin. Zozan keçikek sava bû. Li bajarê Rihayê, li navçeya dewlemendan Karakopruyê bi dê û bavê xwe re dijiya. Diçû pola dawîn a lîseyê. Di dersên xwe de serkeftî bû. Ji ber ku tekane keça malê bû, di kar û barên malê de jî alîkariya dayika xwe dikir. Hertim rûken bû. Xeyalên wê yên pir mezin hebûn. Dixwest zanîngeheke baþ qezenç bike û bibe civaknas. Kêm zêde civaka xwe nas dikir lê dixwest ilmê zanistî yên civakê jî baþ fêm bike û di jiyana tarî ya civaka Rihayê de bibe çirayeke zanistî. Belkî bi vî awayî bikaribûya di civaka xwe de guhertinek bike. Dixwest zewacên di temenê zarokatiyê de kêm bike, zewacên berdêlê ji holê rake û rêjeya bikaranîna madeyên hiþber jî li gorî hêza xwe daxe asta herî kêm. Hema bi qasî sed keç û xortan bikaribûya ji vê qirêjiyê dûr bike jî dê pir bextewar bibûya. Dayika Zozanê Zelîxe ew þev çûbû mala naseke xwe. Zozan û bavê xwe Mihemed li malê bi tenê bûn. Sebra Zozanê nedihat. Keçeke ciwan, delal û bedew bû. Çavên wê kesk, bejn û bala wê weke tayê rihanê bû. Te digot vî sûretê xweþik bi qelemê xêz kirine. Hinarikên rûyê wê, pozê wê yê biçûk û lihevhatî bala her kesî dikiþand. Dema porê xwe çêdikir, çend kezî jî di nava porê xwe yê kej de dihunand û li ser piþta xwe de berdida. Ger li ajanseke fîlman navê xwe tomar bikira, dikaribû bibe aktoreke baþ a fîlman. Ji ber bedewiya wê, der û cîranan ew bi tiliyan nîþan dida. Dilê gelek xortên wê taxê diketê, lê wê tenê xeyalên mezin dabû ber xwe. Qet zewacê nedifikirî. Dema wext jê re çêdibû, yekser berê xwe dida ba pirtûkên xwe û dixwend. Lê ew þeva ku bi bavê xwe re tik û tenê mabû, dilê wê diperpitî. Kelecaneke mezin ew girtibû. Nedikarî li cihê xwe bisekine. Te digot qey bûye çivîkek û dixwaze ji ser darek bifire ser dareke din. Lê bavê wê extiyar bû. Rojê 5 ferz nimêj dikir. Li derdora xwe jî pir dihate hezkirin. Ji ber ku çûbû hecê, der û cîranan jê re digotin Hacî. Zozanê þerm dikir ji bavê xwe destûr bixwaze. Lê deqe jê re dibûn saet, saet jê re dibûn þev û roj. Wext derbas nedibû. Dilê wê hê jî diperpitî. Dixwest ew þev ji malê derkeve. Lê nedizanî dê bî kîjan gotinan û bi çi awayî vê daxwaza xwe ji bavê xwe Hacî Mihemed re bibêje. Di carekî de wêrekiyeke wisa ser dilê wê girt, ji niþke ve got;
- Bavo! Ez dixwazim biçim mala hevala xwe Fatma. Ez ê pê re dersê bixebitim. Ger destûra te hebe, ez ê çend saetan dersê bixebitim û bêm.
Bavê wê Mihemed ji keça xwe Zozanê re got;
- Keça min; vê þevê tu yê çawa biçî mala hevala xwe? Der û cîran te vê saetê li derve bibînin, ez nikarim derkevim nava xelkê. Li ser dûvê xwe rûnê û dersê xwe li malê bixebite.
Zozanê israr kir. Ne Zozan û ne jî bavê wê Hacî Mihemed ji ya xwe nehatin xwarê. Lê kesî ya xwe bi ser ê din nexist. Bavê wê neçar ma telefonê dayika wê Zelîxeyê bike.
- Zelîxe! Keça te dixwaze biçe mala hevaleke xwe ders bixebite. Jê re bêje bila li mala xwe rûnê. Eyb e, þerm e. Vê saetê ez naxwazim ew ji mala xwe derkeve.
Dayika Zozan Zelîxeyê, li bavê wê Hacî Mihemed vegerand û got;
- Hacî! Bihêle bila keçik biçe. Li malê pir aciz dibe. Qîza me bûye 17 salî; ev cara ewil e ji te tiþtekî dixwaze. Destûr bidê bila here. Jixwe tenê qîzeke me heye. Ji te sed lava û ricayan dikim dilê wê nehêle.
Bavê wê Hacî Mihemed bê dilê xwe destûr da keça xwe.
Zozanê çend pirtûk û defterên xwe girtin, wekî bebekek ku dayika wê ew hembêz dike, pirtûkên xwe da ber singê xwe û berê xwe da mala Fatmayê. Ev cara sêyemîn bû ku Fatmayê didît. Hevaltiyeke wan a dûr û dirêj tune bû. Fatmayê ew bi kêfxweþî pêþwazî kir, jê re hinek dendik, piskivît û çîkolata anî. Kolayek jî danî ber. Piþtî ku Zozanê çend piskivît û çîkolata xwarin û kolaya xwe xilas kir; hêdî hêdî xeweke giran kete çavên wê. Nedikarî çavên xwe veke. Piþtî çend saetan Zozan bi xwe ve hat lê tu tiþtekî nedihate bîra wê. Digot qey dersa xwe xebitiye, piþtre bê hemdê xwe di xew re çûye û niha hatiye ser hemdê xwe. Lewre ew li ser cihê ku beriya xewê rûniþtibû, disekinî. Piþtî demekê vegeriya mala xwe.
Di ser wê rojê re dem û dewran derbas bû. Piþtî du heftiyan zikê wê diêþiya. Dema bêhna xwarinek dihate pozê wê, îdare nedikir. Tim dilê wê digeriya û vediriþiya. Bavê wê tu maneyek nedida vê rewþa keça xwe. Zozanê nekarî îdare bike û ji bavê xwe re got;
- Bavo! Ez nikarim îdare bikim. Zikê min diêþe. Ez ketime bextê te; ka min bibe nexweþxaneyê.
Bavê wê yekser Zozanê rakir nexweþxaneyê. Piþtî çend tetkîkan, bijîþk dibiþirî, bi rûkenî ber bi bavê Zozanê ve dihat. Piþtî nêzî bav bû; jê re got;
- Apê Hacî! Çavên te ronî! Keça te ducanî ye.
Ji Hacî Mihemed qet deng nehat. Te digot qey zimanê wî nagere. Keça xwe Zozanê girt û anî malê. Di rê de ne ew û ne jî Zozan qet nediaxivîn. Zozanê ji bavê xwe re got:
- Bavo xeletiyek heye. Ne mimkûn e ku ducanî bim.
Lewre Zozanê wisa dizanî ku tenê li mala Fatmayê ders xebitiye. Paþê di xew re çûye û piþtî þiyar bûye jî vegeriyaye mala xwe. Haya wê ji bayê felekê tune bû. Nedizanî ku Fatmayê derman xistiye nava kolaya wê û ew pêþkêþî xortê eþîreke navdar kiriye. Piþtre derdikeve holê ku xortekî dewlemend ku ji eþîreke sereke ya Rihayê ye, ji Fatmayê keçeke bedew û delal ku hêj keçaniya xwe ji dest nedaye xwestiye. Ji bo vê jî pereyekî pir zêde daye Fatmayê. Hevala Zozanê Fatma ev ecêb aniye serê wê.
Bavê Zozanê Hacî Mihemed û dayika wê Zelîxe ji bo ku kes bi vê bûyerê nehese, mala xwe bar dikin bajarekî mezin ê Tirkiyeyê. Ji bajarê xwe koçber dibin. Tirsa dê û bav ew e ku eþîra wan bi vê bûyerê bihese û biryara kuþtina keça wan bidin.
Piþtî çend mehan ev bûyer diçe guhê hin kesan. Pêþî tenê pistepist e. Paþê di nava hemû eþîrê de belav dibe. Eþîr li hev dicive û ji bavê Zozanê re dibêjin wan biryara kuþtina Zozanê daye. Ji bavê wê Hacî Mihemed dixwazin keça xwe bikuje. Bav pêþî li ber xwe dide. Lê dike û nake ji destê eþîrê û malbata mezin nikare xwe xilas bike. Piþtî ku zarok ji ber keça wê diçe, ew careke din mala xwe bar dike û vedigerin Rihayê. Digel israra eþîrê jî keça xwe nakuje.
Rojek keça xwe dibe mexazeyeke navdar û ji keça xwe re dibêje;
- Zozan! Qîza min; tu ji kîjan kincî hez bikî, ez ê îro ji te re bikirim. Li ber pere nekeve, dilê te kîjanî bixwaze ez ê wî kincî bikirim.
Zozan pir kêfxweþ dibe. Cara ewil e dibîne bavê wê ew dibe mexazeyek û dixwaze jê re cilan bikire. Heta niha tenê yan bi dayika xwe Zelîxe yan jî bi hevalên xwe re çûye kinc standiye. Lê îcar bi bavê xwe re çûye. Kelecaneke mezin ew girtiye. Bavê xwe tu caran wisa dilnazik nedîtiye. Ji nava bi dehan kincên ku li xwe dike, yekê hildibijêre. Fistanekî xweþik ê spî diecibîne. Di dilê xwe de wiha dibêje;
- Jixwe îsal ez lîseyê diqedînim. Ez ê bi vî kincî biçim merasima mezûnbûnê. Herkes dê ji vî kincê min pir hez bike. Lê ji min re pêlavek li gorî vî kincî jî lazim e.
Bavê wê berî ku Zozan jê pêlavek bixwaze li keça xwe vedigere û dibêje;
- Keça min! Dilê te çi dixwaze wê bikire. Xeman nexwe.
Zozan pêlaveke xweþik a li gorî kincên spî jî dikire. Bavê wê Hacî Mihemed ji keça xwe re dibêje;
- Keça min a delal! Dixwazim tu vî kincî û vê pêlavê niha li xwe bikî. Piþtî te xwe xemiland, ez ê îro te têr bigerînim.
Keça wî Zozan pir kêfxweþ dibe. Dilê wê wekî dilê kevokek lêdide. Tîne aqilê xwe ka heta niha çima navbera wê û bavê wê de têkiliyeke ew qas xweþik çênebûye. Lê naxwaze serê xwe zêde bi van pirsan biêþîne û çi ji dilê wê tê ew roj ji bavê xwe dixwaze. Bavê wê ew li otomobîlê siwar dike û ber bi derveyî bajêr ve diçin. Ew Zozana ku li ber bavê xwe þerm dikir tu gotinan bide ser hev, bûbû þalûl û bilbil. Zimanê wê qet nedisekiniya. Heta rih di zimanê wê de hebû bi bavê xwe re diaxivî, henek dikirin. Lê bavê wê Hacî Mihemed qet nediaxivî. Tenê çavên wê li ser qîza wê bû. Bi qasî ku di otomobîlê de li pêþiya xwe binêre, ew qas zêdetir li qîza xwe temaþe dikir. Piþtî çend kîlometre derketin derveyî bajêr, Zozanê ji bavê xwe re got;
- Bavo! Dilê min diçe cîgerê. Zûde ye min cîger nexwariye.
Bavê wê berê otomobîlê vedigerîne û careke din tê bajêr. Li xwaringeha herî navdar a Rihayê cîger dide keça xwe. Piþtî xwarina wan diqede, careke din berê otomobîlê dide derveyî bajêr, ber bi daristaneke ve diçin. Bi qasî 20 kîlometre ji bajêr dûr bûne. Zozan dîsa xwe nagire û dîsa ji bavê xwe daxwazek dike.
- Bavo! Dilê min diçe þîraniyê. Ez dixwazim peqlewe bixwim.
Bavê Zozanê careke din berê otomobîlê dizivirîne. Bi keça xwe re tê cihê herî navdar ê þîraniyan. Peqleweya herî xweþ dide keça xwe. Piþtî þîraniyê bavê wê Hacî Mihemed careke din berê otomobîlê dide derveyî bajêr û dikevin riya daristanê. Hêj havîn e. Lê sermayeke pir ecêb li laþê Zozanê digre. Zozan diricife. Destê xwe davêje piþkoka klîmaya otomobîlê û dixwaze klîmayê bigre. Destê bavê wê û destê wê tên ser hev. Bav lê dinêre keça wî Zozan diricife... Dilê keça wî wekî dilê çivîkek lêdide. Dilekî nazik û nazelîn. Ji niþke ve berê demanceyê dide serê keça xwe Zozanê û ew li wir dikuje.
Paþê bavê wê Hacî Mihemed tê girtin. Ev parêzerê ciwan diçe serdana miwekîlê xwe. Dixwaze îfadeya wî bigre. Bav her tiþtî ji serî heta binî jê re dibêje. Û tenê daxwazek ji parêzer dike. Dixwaze biçe serdana gora keça xwe Zozanê. Lê parêzer dike nake dozger destûr nade. Dozger li parêzerê me yê ciwan vedigre û dibêje;
- Rêzdar! Vî camêrî keça xwe kuþtiye. Ew ê cezayê muebetê bixwe. Te nû dest bi kar kiriye. Ez kelecana te fêm dikim. Lê nabe ku dewlet destûreke wiha bide kujerek.
Parêzer destvala ji girtîgehê vedigere û tê buroya xwe. Li ser dosyaya miwekîlê xwe kar dike. Piþtî çend rojan ji girtîgehê xeberek tê. Hacî Mihemed deterjan xwariye û xwe kuþtiye. Ji ber deterjanê nava laþê wî hemû þewitiye. Bi eziyeteke mezin dawî li jiyana xwe aniye.
Piþtî ku dayika wan Zelîxe bi xwekuþtina mêrê xwe dihese, bê zar û bê ziman dimîne. Bi kesî re nade û nastîne. Der û cîran dibêjin Zelîxeyê aqil avêtiye. Dem û dewran derbas dibe; ji mala Zelîxeyê jî xeberek tê.
Dayika Zozanê Zelîxeyê xwe bi perwaneya xanî ve daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.
Ji wê roja ku ez bi parêzer re axivîm û min çîroka vê malbatê bihîst; pirseke bê bersiv di serê min de ma...
Gelo bavê Zozanê ew kuþt an civakê?
Hacî Mihemed û Zelîxeyê xwe kuþtin an civakê ew kuþtin?
*17.01.2021, Rûdaw