Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo
Luqman GULDIVÊ*
Dê û Dêmarî ya Egîdê Xudo ya sala 1986´an çapbûyî sala 1995´an bi tîpguhêziya ji kîrîlî ya Nacî Kutlay sala 1995´an bi çapa Nûdemê gihîþt ber destê xwînerên kurmanciya bi tîpên latînî. Kesê bixwaze dikare vê çapê li ser înternetê peyda bike. Sala 2016´an Weþanên Nûbiharê ew ji nû ve çap kir.
Di vê romanê de Egîdê Xudo behsa gundekî kurdan ê li Ermenistanê dike di dema Þerê Cîhanê yê Duyemîn û pêvajoya piþtî þerî de. Mirov dikare bi hêsanî bipirse, çima Egîdê Xudo piþtî þerî bi 40 salan roman wisa daye weþandin. Ji bo vê jî gava mirov berê xwe bidiyê, mirov pê dihese ku mesele ne þert û mercên Þerê Cîhanê ne, lê mesele daketina bi adetên civaka êzîdî ya li gundên kurdan ên Ermenistanê ye.
Belê behseke li ser þer heye ku þerî û serketina beramberî faþîzma alman pîroz dike, berdêlên dayî ji bo yên mayî jî rewa dike.
Ez ê bi tu rexneyên li ser romanê danekevim. Ez ê bi pirsgirêkên tîpguhêzî û redaksiyonê jî danekevim. Meseleya min jî jixwe ne ew e. Lê ez ê xwe li fêmkirina sedemên nivîsandina romanê biceribînim. Ji ber wê jî divê berê xwe bidimê ka çima wekî zemanê destpêkirina Þerê Cîhanê hatiye tercihkirin.
Mesele ew e ku dayikeke ne kurd û ne êzîdî, wê kurê xwe yê pitik, li gundekî kurd û êzîdî bihêle û biçe. Þert û mercên vê jî wekî zeman zivistaneke dijwar a dema Þerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye diyarkirin. Lê dîsa jî têra xwe maqûl nîn e. Pirsa çima jineke rus zivistaneke dijwar bi pitika xwe re berê xwe dide gundekî Ermenistanê yê kurdan, wê di temamê romanê de bêbersiv bimîne. Lê dîsa jî dema þerî maqûltir bûye ji bo ku ev bûyer biqewime. Em dikarin wisa qebûl bikin ku nivîskar ji bo ku karibe hinekî serpêhatiyên di romanê de maqûl bike, ew zeman tercîh kiriye.
Di nava romanê de ji destpêkê heta dawiyê tesîra adetên kurmanciyê, hem li ser civakê û hem jî li ser karakteran yek bi yek heger behsa wan bê kirin, diyar dibe.
Karê jineke ciwan a bi dergistî, li mala sêwiyan a li gund kar dike, û ev pitika hanê di stûyê wê de dimîne. Dergistiyê wê di þer de dimire, ew bi tena serê xwe ye, lê axir þû bike jî, mêrê wê di encama qezayekê de dimire. Navê kurikê di stûyê wê de mayî Saþa ye. Nivîskar mesela eslî li dor Saþa dihûne. Lewma Saþa wekî kurê Karê mezin bibe jî, taliya talî, ew ne êzîdî ye.
Ev meseleya "adetên miletiyê" ji serê romanê heta binê wê, her bi rengekî heye. Gava dergistiyê Karê dimire, gava zarokek di stûyê wê de dimîne, gava Karê þû dike, tim û tim nivîskar meseleya "adetên miletiyê" tîne ber xwendevên. Yanî em dikarin bibêjin, sedema nivîsandinê ya eslî ev adetên miletiyê ne. Lê ne ku nivîskar ji wan nexweþ e. Berevajî, nivîskar pirr bi dîqet gava karakterên wî ji wan adetên miletiyê aciz jî bin, bi rengekî bi wan dide gotin ku adetên wan ên miletiyê bi pirranî çê ne, bi kêra civakê tên.
Karaktera yekser rexneyan li adetên miletiyê digire, Sîsê ye. Keça dil ketiye Saþa (bi navê xwe yê kurmancî Îsko). Her du dixwazin bizewicin lê dê û bavê Sîsê ji tirsa adetên miletiyê newêrin zewacê erê bikin. Li vir û li wir li fitûyan digerin. Xwendeyên ji derve, yanî karker û rêveberên mala sêwiyan û mamosteyên dibistanê, hinekî tesîrê li wan dikin. Rûspiyên gund jî hinek dixwazin dê û bavê Sîsê qaneh bikin. Lê ew li xebera þêxê xwe dinihêrin. Ji ber hazirnebûna wî ya di civanekî de, ew newêrin, zewacê erê bikin. Lê taliya talî bi erêkirina þêxî re, ew jî zewacê erê dikin.
Di vir de em dibînin ku karakterên nivîskar eþkere sînorekî ji xwe re datînin di meseleya guhertina hin adetan. Ew sînor jî ew e ku karakterên erêkerê zewacê hemû jî îþaret bi wê yekê dikin ku Saþa di nava wan de, bi adetên wan wekî yekî ji wan mezin bûye, ji ber wê jî li ber zewaca wî divê asteng nebe. Yanî rexneyeke hiþk li adetan nîn e, tenê fitûyek ji rewþeke taybet re heye.
Bi ya min dê û dêmarî di romanê de tenê li kêleka vê meseleya eslî maye. Hevdîtina dayika "helal" û Saþa di dawiyê de wekî xemla dawiyeke xweþ hatiye bicihkirin.
*10.01.2021, Yenî Ozgur Polîtîka