Chomsky: Rojava di pêvajoyek dijwar re derbas dibe
QAMIÞLO
Ronakbîrê amerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky di semînera Zanîngeha Rojava de got ku Rojava di pêvajoyek dijwar re derbas dibe û ev yek lê zêde kir: "Bidem ji Trumpî cuda ye, lê divê em nekevin nava bendewariyeke mezin. Þoreþa Rojava bi nirx û mucîze ye. Divê tevahiya cîhanê vî nirxî bibîne."
Feylesof, dîroknas, zimanzan û ronakbîrê amerîkayî yê navdar Avram Noam Chomsky bi bernameya "Zoomê" beþdarî Akademiya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava ya Qamiþloyê bû û semîner da.
Avram Noam Chomsky pêþî li ser þoreþa rojavayê Kurdistanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinî û got: "Rojava di rewþeke pir dijwar de ye. Pirsgirêka wê ya sereke ew e ku dê çawa ji êrîþên Tirkiyeyê yên bi erêkirina Amerîkayê têne kirin, xilas bibe. Li aliyekî din rejîma Esed a hov heye. Mayîna Rojava heya vê merheleyê mûcîze ye, tecrubeya wî îsbat kir ku piþtevahiya navneteweyî mimkûn e."
'JI BIDEN EM ZÊDE NE BENDEWAR BIN'
Chomsky behsa rewþa Rojhilata Navîn di serdema serokê Amerîkayê yê hilbijartî Jeo Biden de kir û wiha got: "Ger zexta gel tune be, Biden jî dê heman stratejiya Amerîka ya parastina berjewendiyên dewlemendan bidomîne. Dibe ku siyaseta wî ji ya Trump cuda be, lê divê em nekevin nava bendewariyek zêde. Ji ber vê yekê divê her kes zextê li Biden bike. Lê bawer nakim ku dê Biden mîna Trump hov be û wê ji Tirkiyeyê re nebêje biçe dagir bike û kurdan bikuje, ew jî wê tiþtekî neke."
Noam Chomsky li ser serdema Trump jî axivî û got: "Rêveberiya Trump hate rexnekirin, ji ber polîtîkayeke wî ya hevgirtî nîn e, lê belê xwe dispêre rêgezên sereke yê emperyalîst, mîna piþtgiriya bi hêzan û têkbirina lawazan."
'BILA MAFÊ JINAN MÎSOGER BIKE'
Chomsky ji bo rêveberiya Rojava jî hin pêþniyar anîn ziman: "Tiþtê ku divê were kirin, sîstemeke pêþketî were avakirin ku mafên jinan mîsoger bike. Ev kirin wisa li Baþûrê Afrîkyayê hatir kirin û bi vê bi ser ketin. Ev tekane hêviya we ye jî. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxeke mezin e. Divê hemû dinya vê nirxê bibîne. Bi piþtgiriya gel hûn dikarin bigihîjin armanca xwe."