Zrînga 10'an we girt?
Diyarname
Kovara Zirîngê ku mehê care her serê mehê dertê di sala 2021'ê re hejmara xwe ya 10'emîn pêþkêþî xwendevanan kir. Berga hejmara vê mehê ji aliyê Rûþen Sarili ve hatiye çêkirin ku balê dikiþîne ser xizaniyê û sersalê.
Ji xêzkarê kovarê Eþref Mumcu vê mehê jî karakterên xwe ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eþref Mumcu’ û ‘Tirþik’ dane axaftin.
Nivîskarên kovarê Þêx Zubêr bi nivîsa xwe ya ‘Lome û Dîplome’,
Îkram Balekanî bi nivîsa xwe ya ‘Ma we dizanî!’ û Ozgur Amed bi nivîsa xwe ya ‘Xidir na lê Xizir bila bi me re be!’ ked daye kovarê.
Ji bilî van jî di kovarê de gelek nivîs û karîkatur cih girtine.
PORTRE
Kovar ji niha û pêde dê cih bide portreyên navdaran ku di vê hejmarê de bi xêzêr Ercan Altûntaþ cih daye portreyên Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî.
PÊÞBAZÎ
Kovarê vê hejmarê pêþbaziyeke jîdaye dest pê kirin. Amadekarên kovarê wisa gotine: “Xwînerên hêja ji bo eleqeya li çand, ziman û wêjaya kurdî ji niha û pê ve em ê di her hejmarê de cih bidin vê pêșbirkê. Kî pênc (5) pirsên me bibersivîne û heta 20’ê mehê bi maîlê ji me re bișîne, dê bi pișkê ji bo yê ku navê wî/ê derketî pirtûkeke kurdî û ji bo 5 kesên bi heman șêwazê navê wan derketî jî hejmara nû ya Zrîngê diyarî bê dayîn.”