Wezîrê ji ber îdîaya întîhalê îstîfa kir
Diyarname
Na, em qala Tirkiyeyê nakin, em qala Wezîra Xebat, Malbat û Ciwanan a Avusturyayê Christine Aschbacher dikin. Hat îdîa kirin ku Wezîr Aschbacher di tezên xwe yên li zanînehê de întîhal (dizî) kiriye ji peywira xwe îstîfa kir.
Wezîr Aschbacher wisa gotiye, "Min tiþtek þaþ nekiriye, lê ji bo malbata xwe biparêzim îstîfa dikim." Aschbacher gotiye piþtî îdîa derketine holê ew û malbata wê hatiye tehdîd û rastî rewþek giran hatiye.
Akademîsyen Stefaen Weber ku li nav akademiyê li ser întîhalan dixebite gotiye ku wezîr di lîsansa xwe ya bilind de ji pêncan yekê teza xwe bêyî balê bikiþîne ser çavkaniyê ji cihên cuda kopî kiriye, di hin beþên lîsansê de jî gotin ne aîdê wê bûn. Wezîr Aschbacher îdîa red kirin.