Geþedana dengê zarokan
Amed TÎGRÎS
Zarok bi giþtî di yek saliya xwe de dest bi axaftinê dikin. Pêþî bi gix-biv dest pê dikin. Di meha pêncan de dev bi ken dibin û îþaret bala wan dikiþîne. Di þeþmehiya xwe de êdî dengê yek kîte derdixin. Wekî ma, ba, de, biv… Zarokên normal di yek saliya xwe de dikevin pêvajoya axaftina dengkîteyên dirêj. Di sê saliya xwe de hevok saz dikin, lê hîn jî nikarin hinek dengan baþ derînin. Di vî temenî de gelek asayî ye ku pirsgirêkên deng hebin. Ji ber ku organên wan ên axaftinê baþ nestewîne. Wekî masûlk, çene, ziman, diran, ziving… Ji ber nestewîna van organên axaftinê zarokên biçûk nikarin hinek dengan derbixin. Bi taybetî dengên ku bi liva ziman û ji gewriyê bi þidî dertên, baþ nikarin bi lêv bikin. Zarok nikarin û nizanin çawa ziman bitewînin û bilivînin, bi pêþ û paþ ve bibin û bînin û hema ew rasterast dipeyivin.
Bi taybetî nikarin dengên “r”, “k”, “t”, “g”, “y”, “z…” derînin an bi lêv bikin. Li gorî geþedana organên laþê her zarokî dikare cureyên bilêvkirina dengan werin guhertin.
Ji derî vê rewþa normal hinek sedemên din jî hene ku zarok nikarin bipeyivin. Wekî otîzm, hiþdarî û pirsgirêkên bihîstinê. Zarokên wiha divê bibin ser diktorê taybet. Ev cure arîþe ne mijara vê nivîsê ye.
Ez behsa zaroka normal dikim, a ku nikare hinek dengan rast bi lêv bike. Baþ e dê û bav û mamoste ji bo van zarokên normal ku dengan þaþ derdixin, dikarin çi bikin?
Berî her tiþtî divê nekevin tatêlê, ango panîk nekin û zarokê di halê wê yê asan de bihêlin. Bi israr li ser dengê þaþ ranewestin û her tim ew deng pê nedin rastkirin. Bi tenê zarok dema dengê þaþ derdixe, dê û bav an mamoste divê bi dengê rast bersiva zarok bide û nebêje, “tu þaþ dibêjî, rastî ev e.” Heke tim ji zarok re bêjin, “tu þaþ deng derdixî,” wê demê dikare li ser zarokî/ê bandoreke neyînî bihêle û derûniya zarok xerab bike. Þaþiyeke din jî ev e ku carnan dê û bav qaþo ji zaroka/ê xwe bêtir hez dikin, ew jî bi wî dengê xerabe bi zaroka/ê xwe re dipeyivin. Ev þêwe jî nebaþ e û divê dê û bav wiha nepeyivin. Dema ew wiha bipeyivin zarok jî êdî naxwaze dengê orîjînal derbixe û proses dirêj dibe.
Li mal, li zarokxane û li dibistanê divê bi zimanê zarok henek neyê kirin. Pêwîst e mamoste pêþ li þagirdên din bigire ku henekên xwe bi zarok nekin. Mamoste pêþ lê negire pirsgirêk mezin dibe û dibe mobîng. Min di salên 1970’yî de li herêma Licê dest bi mamostetiyê kir. Du þagirdên min hebûn ku ew nikaribûn yek-du deng rast derbixin. Þagirdên din teqlîda wan dikir û ji wan re digotin “lalo”. Ez li þagirdên xwe gelek sû bûm û min vî navnûçikî li wan qedexe kir. Divê kes bi wan henekê xwe neke.
Piþtî salên 1985’an yanî 15 sal bi þûn de dema min li Stockholmê dest bi mamostetiyê kir, min dît ku ev pirsgirêk li wir çiqas girîng tê dîtin. Civat û mamoste þagirdên xwe wiha perwerde kirine ku kes bi wan zarokan henekan nake, gelek normal dibînin û heta þagirdên din ji wan re dibin alîkar. Li welatê pêþketî li her dibistanê mamoste û pisporên taybet hene û di nav livdanekê de ne ku pirsgirêkan çareser bikin. Hezar mixabin li welatên paþvemayî îro jî metodên premîtîv bi kar tînin, encamên xerab û neyînî li ser zarokan dihêlin. Wekî mînak pênûs an kevçî dikin devê zarok û bi saetan heman dengî pê didin dubarekirin, zaroka biçûk telaqreþo dikin.
Ji Xwebûnê hatiye girtin