Ji Îhsan Culemêrgî du romanên nû
Diyarname
Weþanxaneya Lîs ku hin pirtûkên xwe di beþa "Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî" de diweþîne 2 romanên nû pêþkêþ kirin. Nivîskar Îhsan Culemêrgî ku mijarên dîrokî dike roman bi diduyên nû li pêþberî xwendevanan e.
Nivîskar Îhsan Culemêrgî di sala 1944'an de li Culemêrgê hatiye dinê. Di sala 1965'an de li Amedê xwendina xwe ya mamostetiyê qedandiye. Piþtî 9 salên mamostetî ew hatiye sirgûnkirin û wê çaxê wî dest ji kar berdaye. Di nav rêxistinên kurdan de kar kiriye lê di dema Derbeya 12'yê Rezberê de çend caran hatiye binçavkirin û 4 mehan jî li Girtîgeha Amedê girtî maye. Heta niha çend pirtûkên wî hatine çapkirin. Yek ji aliye muhîm ê Culemêrgî ew e ku mijarên dîrokî bi zimaneke xweþ dike roman. Wî di serî de, sala 1995'an çîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan kiribû roman û pirtûk ji APEC'ê, piþtî çend salan jî li Tirkiyeyê ji Avestayê derketibû. Îhsan Culemêrgî bi xebata xwe didomîne û niha bi diduyên nû li pêþberî xwendevanan e. Pirtûkên ku ji Weþanxaneya Lîs derketine kêliyek muhîm a ji dîroka kurdan pêþkêþ dikin.
Çîroka dîrokek 'Ezemþêr'
Ezemþêr navê romana nivîskar Îhsan Culemêrgî ye û nû derket. Culemêrgî di vê romanê de xwendevanan dibe sala 1617'an. Osmanî bi rêya Waliyê Wanê Tekelî Mehmet Paþa eþîrên kurdan ên derdorê kom dike û dixwaze êrîþê bibe ser Sefeviyan. Tekelî Mehmet Paþa bang dike, mezinên eþîrên kurdan ligel bi hezaran leþkerên xwe tên qadê lê paþa Mîrê Hekariyan Ehya Beg biçûk dixe û dîl digire. Ezemþêrê ku bi rastî jî þêr e dê derkeve meydanê. Ya baþ berdewama wê di romanê de bixwînin.
Nivîskar Culemêrgî careke din bibîrxistina vê kêliya dîrokî û tiþtên hatiye û hê jî tê ser kurdan baþ nîþan daye.
Çîrokeke bi êþ 'Momê'
Romana din a Îhsan Culemêrgî bi navê "Momê" ye. Momê li zozana Meydanbelekê ya Hekariyan bêrîvanek e, buxtan lê tê kirin. Momê ya bê guneh tê cezakirin, yanê kuþtin. Çîroka Momê çîroka êþê, çîroka gelek bêrîvan, çîroka gelek keçên kurdan e. Culemêrgî ji stranan "Momê" romana xwe honandiye û pêþkêþ kiriye.
Hin pirtûkên Culemêrgî yên heta niha derketine:
- Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan / Roman / 1995
- Hakkari Suretleri / Xebatên çandî, bi tirkî / 2006
- Zeynel Beg / Roman / 2018
- Dîrok û Þaristaniya Ûrartûyan / Dîrok / 2019
- Momê / Roman / 2020
- Ezemþêr / Roman / 2020
- Þîna Þengalê / 2020/ Lêkolîn
- Momê / Îhsan Culemêrgî / Roman / 84 rûpel / 2020
- Ezemþêr / Îhsan Culemêrgî / Roman /136 rûpel / 2020
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.